• Di Roja Xwendinê ya federal de li baxçeyekî zarokan ê Salzgitterê ji zarokan re kitêba Masiyê Keskesorê bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Lehî, Rûsî û Elmanî hat xwendin.

Li bajarê Elmanyayê Salzgitterê, çîrokek ji bo zarokan bi 6 zimanan hat xwendin û dîmenên wê jî hatin girtin. Yek ji van zimanan jî Kurdî ye. Ev çîroka bi navê "Der Regenbogenfisch (Masiyê Keskesorê)" ji bo zarok karibin lê guhdarî bikin bi 6 zimanan di Roja Xwendinê ya Federal de hat xwendin. Ev çîrok ji bo ku zarokên li dergûşxane û baxçeyê zarokan ê Fredolino li wan bihisînin, hatine xwendin.
Îsal li Elmanyayê 20´ê Mijdarê yanî îna bihurî, weke Roja Xwendinê ya Federal hatibû diyarkirin. Ev roja hanê li Elmanyayê ji sala 2004´an ve tê diyarkirin û her sal bi sedan çalakiyên vê rojê çêdibin. Gelek saziyên perwerdeyê, dibistan û baxçeyên zarokan jî vê rojê bi xwendina çîrok yan jî kitêbeke taybet ji zarokan re pîroz dikin.

Ibrahîm Cûma (Ibrahim Jumaa) ji perwerdekarên baxçeyê zarokan ê Johanitterê, Fredolino ye. Gava ku çîroka zarokan a bi navê Der Regenbogenfisch dixwîne kela canê wî rabûye. Ji rabûn û rûniştina wî jî ev diyar dibe. Sedem jî ew e ew ne bi Elmanî lê bi zimanê xwe yê dayikê yanî Erebî çîrokê dixwîne, û gava dixwîne jî dîmenê wî tê girtin.
Li Baxçeyê Zarokan a Johanniterê, "Fredolino" perwerdekar Britta Bätge-Rüstmann xwe ji bo roja xwendinê ya sala 2020´an amade dikir. Wê dixwest ji bo 88 keçik û kurikên, ew û perwerdekarên din li wan miqate dibin, ev roj bibe rojeke taybet. Ji ber ku şîara îsal a Roja Xwendinê "Ewrûpa û Dinya" ye, wê tiştekî taybet danî ber xwe. Ew çîrokeke zarokan a gelekî li Elmanyayê tê nasîn ji zarokan re dixwînin, lê ne tenê bi Elmanî, bi 6 zimanên cihê: Erebî, Kurdî, Tirkî, Lehî, Rûsî û Elmanî.

Şens û bextek e

Ev ziman jî ne hema welê hatine neqandin. Zimanê dayikan ên perwerdekarên li vî Baxçeyê Zarokan ev in. Baxçeyê Zarokan a Johanniter "Fredolino" Fredenbergê ye ku semta Salzgitter e ya ku bi pirrengiya xwe tê nasîn. Ji ber wê, zarokên diçin baxçeyê zarokan jî bi pirranî pirrzimanî mezin dibin. Şens û bextê baxçe jî ew e ku pedagogên wê jî ji milet û zimanên cihê ne.

Zarokan xwe di zimanê xwe de dît

Baxçe her sal di roja xwendinê de kitêbekê hildibijêre. Îsal jî "Der Regenbogenfisch" hatiye neqandin. Îna bihurî, komên zarokan çûn hola mezin a hereketên fizîkî û sporê û li çîrokê hisandin; bi şeş zimanên cihê. Ji bo zarokan tecrûbeyeke xweşkok bû, ji ber ku wan dikarî di zimanê xwe de xwe bibînin. Ji bo pedagogan zanîna bi qîmetê wan bû: Ji ber ku bi vê tecrûbeyê wan dît, zimanê wan ê dayikê ji bo zarokan jî ji bo wan jî û ji bo baxçe bixwe jî destketiyek bû.

 

Wêne: Ibrahim Jumaa çîrokê bi Erebî dixwîne. Britta Bätge-Rüstmann dîmenan digire. Ev film di roja xwendinê de hat nîşandan. Wêne yê baxçeyê zarokan e.