- Weşanên Wardozê seteke din li berhemên li ser folklora Kurd zêde kir. Ev seta bi navê Zargul bi destana Dewrêşê Evdî, bi gotinên pêşiyan ên Xorasanê û bi lîstikên gundê Tizyanê dadikeve.
FAHRETTÎN KILIÇ
MA/AMED
Seta folklorê ya bi navê “Zargul” a ji 3 kitêbên li ser folklor û wêjeya devkî, ji Weşanên Wardozê derket.
Weşanên Wardozê, sala 2017’an li Amedê hatibû avakirin, bi taybetî ji bo weşana xebatên li ser folklor û wêjeya devkî ya Kurdan. Weşanxaneya Wardozê tenê kitêbên bi Kurdî çap dike û heta niha li ser folklorê çar set û bi giştî jî 30 kitêb çap kirine. Weşanxaneyê, wekî din 9 kitêbên dîrok, ziman û wêjeyê jî çap kirine. Li weşanxaneyê gelek kitêbên folklorî û wêjeyî jî li ber çapê ne. Herî dawî jî weşanxaneyê seta folklorê ya bi navê “Zargul” ku ji pirtûkên “Dewrêşê Evdî” , “Lîstikên Gundê Tizyanê” û “Gotinên Pêşiyan ji Xorasanê” pêk tê, çap kirin û gihandin ber destê xwendevanên Kurdî.
Xebata li ser Dewrêşê Evdî
Kitêba bi navê “Dewrêşê Evdî” li ser destana bi heman navî ye ku mirov dikare êdî bibêje yek ji destanên neteweyî yên Kurdan e. Berhevkarên pirtûkê Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl in. Malbata Celîlan sala 1985’an berê xwe dide Efrînê, li wir ji devê Ehmedê Nasirê Şemê, destanê qeyd dike. Ev kitêb ji 137 rûpelan pêk tê.
Kitêbeke li ser lîstikên gundekî
Di pirtûka “Lîstikên Gundê Tizyanê” de Mem Mukrîyanî ji piçûkan heta mezinan 76 lîstikên gundê xwe Tizyanê bi şêwra gelek kesan û bi rêgez û qaîde yek bi yek, xal bi xal nivîsîne. Ji bo gelek lîstikan wêne hatine xêzkirin. “Beqlê, Çingildas, Çirê, Devê gur, Hingulîsk, Kab, Malek tê tê, Qevzê, Xirak” hin ji wan lîstikan in. Gundê Tizyanê ser bi navçeya navendî ya Mêrdînê Artukluyê ye.
Kitêbeke din Xorasanê tîne nav warê Kurdan
Kitêba dawî ya vê setê jî bi navê “Gotinên Pêşîyan ji Xorasanê” ye. Berhevkara kitêbê Gulê Şadkam e. Di vê kitêbê de nêzî 2000 gotinên pêşîyan yên Xorasanê tevî maneyên wan hatine nivîsîn. Gulê Şadkam, li Xorasanê dimîne, ew lêkolîner û folklorîst e. Ew bi salan li nava gel geriyaye û wê gotinên pêşiyan kom kiriye. Kitêb ji 174 rûpelan pêk tê.