Karzan Hisham (Karzan Hişam) derhênerekî afirîner ê vîdeoyan e û li ser youtube wî gelek video parve kirine. Ew her tim di nav hewldanekê de ye ku ji bo şopînerên xwe tiştên nû amade bike û bala wan bikişîne ser xwe.
Karzan Hisham li Başûrê Kurdistanê dimîne û ev demeke dirêj e ku bi çêkirina videoyan re mijûl e. Li ser medyaya civakî kesekî çalak e û her wiha wek youtuberê Kurd jî tê nasîn. Ew vîdeoyên xwe bi hevalên xwe re dikişîne û di gelek videoyan de jî cihê xwe digire.
Hisham diyar dike ku ji vî karî re sebr û baldarî lazim e û her wiha divê mirov ji karê xwe hez bike û bibe parçeyekî wî karî. Gava Karzan Hisham sala 2017’an cara ewilî vîdeoya xwe li ser youtube parve dike, temaşevan gelekî jê hez dikin û ew balê dibe ser xwe. Hisham wiha qala serpêhatiya xwe dike, “Ev yek ji bo min azmûneke civakî bû, gava min dît ji vî karê min tê hezkirin, min xwest bi vîdeoyên nû dewam bikim û youtubê çalaktir bi kar bînim.”
Karzan Hisham di demeke kin de digihîje gelek şopîneran û gelek vîdeoyên cihê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dike. Ew nemaze videoyên geşt û gerê û jiyanên cihê parve dike.
Hisham ji bo karê xwe dibêje. “Kelecana min ya ji bo karê min, dike ku ez her tim tişên nû kifş bikim û afirîner bim. Gava ez tiştekî nû diafirînim ev yek pirr li xweşiya min jî diçe. Ji bo temaşevan û şopîneran ez dixwazim tişta herî baş û rast çêkim.”
Karzan Hisham, hesabên wek Instagram û Facebookê jî çalak bi kar tîne û xwe bi rêya van hesaban gihandiye bi hezaran kesî.
Hesabên wî yên medyaya civakî li jêr in:
https://www.instagram.com/karza0n
https://www.youtube.com/KarzanHisham
Https://www.tiktok.com/@karza0n
https://www.facebook.com/Karza0n96
Https://www.twitter.com/karza0n