- Mirov ji berhemên li muzexaneyan gelek tiştan fêr dibin û bi rabuhiriyê re têkiliyan datînin. Gelo ev muzexane cara ewilî li ku derê hatin avakirin û peyva “museum” (muze) ya ku îro li gelek deverên dinyayê tê bikaranîn, çawa teşe girt û di kîjan qonaxan re derbas bû?
Muzexaneyên hunerî gelek caran ji bo mirov derbarê çandên kevnar de fêrî tiştan bibe, rê nîşanî xelkê didin. Nexasim jî berhemên ku li muzexaneyên dinyayê tên parastin weke mîrateyeke çandî ya mirovahiyê nîşaneyên girîng in derbarê rabuhiriya mirovahiyê de. Ji lewre jî muzexane girîng in û mirov dikare wan weke bîrên civakî jî binirxîne. Her wiha ew bermahiyên serpêhatiya insanan in û dihêlin ku mirov li ser qewmînên berê bihizirin.
Peyva “mouseion”(Muze) cara ewilî di “Pirtûkxaneya Skenderiyê” de cih girtiye, yanî ji bo wan odeyên di pirtûkxaneyê de, mouseion dihat gotin. Jixwe peyva Fransî ya ku îro ji bo muze tê bikaranîn, “musée” jî ji ber heman peyva bi eslê xwe yewnanî ya ketiye Latînî yanî “Mouseion” hatiye girtin. Bi maneya perestegehên ji “Mouse”yan re hatine bexşkirin, yanî cihûwarê “Mouse”yan, hatiye bikaranîn. “Mouse” (yan muse) jî di mîtolojiya Yewnanî de “periyên îlhamê” bûn û ew nîşaneya huner û afirîneriyê bûn. Axir di dawiyê de di ser zimanê Latînî re yan jî di ser Fransî re yan weke “museum” yan jî weke “muze/muzê” li gelek deverên dinyayê ev nav lê ye.
Lê dîroka muzexaneyan kevintir e. Her çend navê muzeyê bi Pirtûkxaneya Skenderiyê dest pê kiribe û ji periyên îlhamê yên Yewnanistanê îlhama xwe girtibe jî, dîroka nîşandana berhemên hunerî ya li muzexaneyan, kevintir e. Li gorî lêkoleran Beriya Mîladê di sala 530’î de Şahbanûya Împeratoriya Babîlê, Ennigaldi-Nanna ji bo “muzexaneya gel a yekem” kuratorî kiriye. Yanî ji bo nîşandanê, wê li vê muzexaneyê berhemên hunerî hazir kirine da ku xelk were wan bibîne û hay ji berhemên dîrokî hebe.
Li Mezopotamya yekem muzexaneya gel
Muzexaneya ku weke “muzexaneya gel” a ewilî tê zanîn, li ser axa Mezopotamyayê hatibû damezirandin. Berhemên ku li vê muzexaneyê dihatin nîşandan jî bêhtir yên li vê herêmê hatibûn dîtin, bûn. Muzexane li bajarê Ûr, yê ku niha di nav sînorên Iraqê de ye, hatibû vekirin. Niha jî ev bajar bi navê “Dhi Qar” (Dîqar/Zîqar) tê zanîn. Ev muzexane bi salan veşartî mabû ta ku di sala 1925’an de kompleksa perestgehên li Ûrê ji hêla arkeologê Ingilîz, Leonard Woolley ve hat kifşkirin. Bi vî awayî muzexaneya Ennigaldi-Nanna jî hate kifşkirin. Gelek berhem jî di muzexaneyê de li cihê xwe mabûn û tiştek bi serê wan nehatibû. Gindorê ji kîlê yê ku li ser nivîs hebûn yek ji van berhemên girîng e ku heta roja îro maye. Berhemên dîrokî yên ku di muzexaneyê de hatibûn dîtin ji hêla bavê Ennigaldi-Nanna ango Nabonîdûs ve hatibûn komkirin. Jixwe, wî weke arkeologekî heweskar jî deng dabû di dîrokê de. Her wiha gelek ji wan jî ji hêla Qralê Babîlê Nebûqednezar ve hatibûn komkirin. Ennigaldi-Nanna ji bo ku derbarê dîroka Împeratoriya Babîlê de xelkê agahdar bike, ev berhem tesnîf kirin û bi awayekî bi rêk û pêk li muzexaneyê bi cih kirin.
Katalogên li ser kevalan yên bi sê zimanan
Piştî ku Împeratoriya Babîlan ji hêla Axemenîşiyan ve tê hilweşandin, hikmê Nabonîdûs jî bi dawî dibe. Lê heta demeke dirêj jî keça wî Ennigaldi-Nanna muzexaneyê diparêze. Wê Beriya Mîladê di salên 530’î de li avahiyeke kevnar a bi navê “E-Gig-Par” muzexane ava kir. Li ser gelek berheman etîketên agahiyên derbarê berheman de jî hebûn. Li gorî kifşên di muzexaneyê de ev etîket tevî zimanê Sumerî bi du zimanên din jî hatibûn nivîsandin. Her wiha katalogên muzexaneyê yên ku li ser kevalan hatibûn nivîsandin jî hatin kifşkirin. Wisa tê texmînkirin ku Ennigaldi-Nanna ev muzexane heta salên 500’î yên Beriya Mîladê jî parastiye û bi sinifandina berhemên hunerî ve mijûl bûye. Lê piştû ku Axamenîşî li herêma bajarê Ûrê serwer bûne, ev muzexane roj bi roj hatiye paşguhxistin û jibîrçûyî maye.
Ennigaldi-Nanna kî ye?
Ew Beriya Mîladê di sala 547’an de hatiye dinyayê. Şahbanû û rahibeya Împeretoriya Babîlê bû. Nexasim li bajarê Ûrê giraniyeke wê hebû. Yanî di warê siyasî û olî de pirr bi hêz bû. Bi Akadî ji rahibetiya li Babîlê re “entum” jî tê gotin û ev nav îşaret bi çîna bilind a rahibetiyê dike. Ew weke hevjîna Xwedayê heyvê “Sin” jî tê zanîn. Hezkirina wê ya ji bo arkeolojiyê û berhemên dîrokî ji ber hezkirina bavê wê bû, yanî bavê wê tesîr lê kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN