- Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û civanên kurd de got: Li hemberî nexweşiya tunehesibandin û pişaftinê tenê riyek rizgariyê heye ew jî di xwebûna xwe de israrkirin e.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî êrişên li ser zimanê kurdî û hedef nîşandayîna civanên kurd ku bi stranên kurdî govend digerînin, ji ber wê jî dibin hedef û tên girtin, li baxçeya avahiya xwe daxuyanî da. Hevşeredarên Cizîrê, Rêxistinên DBP, DEM Partî Şirnex û Cizîrê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Ziman Çand û Hûnerê ya Eyşê Şanê ku di bin baneya şeredariya Silopiya de xebatan dimeşîne, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de axivî û got: "Daweta ku gelê kurd bi sedsalan e weke kevneşopî li dar dixin, îro tê hedefgirtin. Parlamenterê me yê Mêrsînê Alî Bozan di dema daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de li ser vê mijarê axivî rû bi rûyê êrişan bû. Ez ji vir bang li desthilata AKP û MHP'ê dikim, dev ji van polîtîkayên qirêj berdin. Ev sed sal in gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan çok daneniye û niha şûn ve jî wê nedeyne. Em li vir banga gelê Kurd jî dikin ku li dijî van polîtikayên qirêj heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin û li ber xwe bidin."
Li dijî zimanê Kurdî êriş hene
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleyê Cahit Akil ve hat xwendin û wiha hate gotin:"Bila tu kes êreşkirina li ser zimanê Kurdî ji xwe re rewa nebîne. Polîtîkayên tunehesibandin û helandinê li hemberî gelê me bênavber tên bipêşxistin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de, li metropolan kurdên ku bi zimanê xwe distirên an jî diaxivin dibin hedefa êrişên faşîstan. Di encama van êrîşan de gelek kes birîndar dibin û gelek kes jî jiyana xwe ji dest didin. Bingeha van êrîşan polîtîkayên deshilata AKP û MHP'ê û zimanê siyasetmedaran e. Ji ber vê roj nîne li hemberî zimanê me sûcek neyê kirin. Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd ên ku li ber stranên kurdî govend digerandin binçavkirin û di bin çavan de li wan merşa nîjadpersatan "bimrim tirkeyem" guhdarî kirin, şêweyekî êşkenceyê û sûcê mirovahiyê ye. Desthilata AKP û MHPê bi polîtîkayên şer gelên Tirkiyeyê mehkûmî xizaniyê dike û dahatûya gelên Tirkiyê dixe xetereyê."
Berpirs AKP-MHP ye
Cahît destnîşan kir ku berpirsê van hedef nîşandayinan desthilata AKP û MHP'ê yê û got:"Herî dawî li Wanê li hemberî xizmeteke civakî ya ji bo peyayan ku li ser rê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn "pêşî peya" jêbirin û li şûna wê dirûşmeyek nîjatperst a "Tirkiye Tirk e wê tirk bimîne" hate nivîsîn". Ev bi awayeke vekirî provakasyon e, zilm e, neheqî û heqaret e. Ev ne tenê neyartiya li hemberî gelê kurd e, di heman demê de neyartiya li hemberî gelan e. Gelê kurd gelekî demokrat, xwedî exlaq û xwedî keramet e. Li hemberî tu netewan û tu zimanan derneketiye. Ew ê tu carî zilm û neheqiyê qebûl neke. Feraset û hişmendiya tunehesibandinê pisgirêkên Tirkiyê kronîk bûne. Mînakeke din a şênber ji ber ku kiryarên deshilahilata AKP û MHP’ê aniye ziman parlementerê DEM Partiyê birêz Alî Bozan di meclîsê de rastî êrîşê hat. Ev tişteke ne ji rêzê ye. Li hemberî vîna gel bêtehemulî heye. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Dîsa li Navçeya Misircê ya Sêrtê ji ber ku di dawetekê de govend gerandine û li ser hesabên medya civakî yên faşîstan hatine parvekirin şeş jinên kurd li Êlîh û Sêrtê hatine binçavkirin. Desthilata AKP û MHP’ê berpirsê van sûcan e. Ev rewşeke xeternak e û nayê qebûlkirin."
Li her derê govendê bigerînin!
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê NÇM’ê Dîlan Suyu jî nerazîbûn nîşanê van êrişan da û wiha got:’’Ev êriş di dewamên dawî de bi awayekî sîstematîk tên kirin. Di salên berê de jî bi ser dawetên Kurdan de digirtin û êşkence dikirin. Niha jî heman tişt tê kirin. Lê divê bizanin tu bandora vê polîtîkaya bêzarkirinê, li ser me nîne.
Suyu di dewama axaftina xwe de da zanîn ku hem DMME’yê hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind, biryar dane ku dirûşmeya ‘Bijî Serok APO’ ne sûce û got:’’Li qadên Newrozê bi milyonan kes bi yek dengî vê dirûşmeyê berz dikin û li ber govendê digerînin.’’ Dîlan Suyu bi qala êşkenceya bi strana ku ji Kurdan dizîne kir û got:’’Bi stranên Kurdan êşkenceyê li Kurdan dikin.’’ Dîlan Suyu axaftina xwe wiha qedand:’’Divê gelê Kurd li dijî van polîtîkayan li her derê govendê bigerînin û dirûşmeyan berz bikin. Em ê çanda xwe bi govend û tilîliyên xwe bidomînin.’’
MA