Yasujîro Ozu û Mu…

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Sibat 2023 - 05:23

  • Derhênerê japon, Yasujîro Ozu di sînemayê de bi dilnizmiya xwe tê naskirin. Di filman de kameraya xwe li gorî çavên insanan bi kar anî. Yanî çavê insanan pîvanên wî yên serke bûn. “Bêdengî” û “valahî”yên di filmên wî de jî çavên temaşevanan fêrî sînemayeke cihê dikirin.

ARDÎN DÎREN

 

“Dema ez li ser Zen’ê xebitîm çiya çiya bûn,

 dema fikirîm min ji Zen’ê fêhm kiriye, çiya êdî ne çiya bûn

 lê wexta ku têgihîştim Zen çi ye, çiya dîsa çiya bûn.”

                                                            Aforîzmayeke Zenê

 

 

Heger ji bo derhênerê Japon, Yasujîro Ozu pênaseyek hebe, ew pênase tenê bi peyva “dilnizmî”yê dikare were ravekirin. Ozu ew derhêner e ku “pozbilindî”ya kamerayê daxist jêrê û bi dilnizmî li insanên welatê xwe nihêrî. Taybetmendiya Ozu ew e ku rêûresmên li welatê xwe li gorî dîtinên (lens) kamerayê yên ku bi gelek awayan rastî manîpule dikir, neguherî, berevajî vê yekê kamera li gorî rêûresmên japonan xebitandin. Yanî kamera tenê amûrek bû ji bo wî, da ku serpêhatiyên li welatê xwe vebêje. Wî xwest forma hunerî ya sînemayê li gorî rêûresmên kevn ên japonan bifesilîne, ne ku rêûresmên berê li gorî vê forma hunerî biguhere û şêwêyên nû ava bike. 

Ozu ew nihêrîna ku derhêner kamerayê di filmekî de dikir “xwedayê her tiştî” û hin şêweyên dîtinê li ser temaşevanan ferz dikir, qebûl nedikir. Ji lewma kameraya wî her tim li gorî pîvanên çavê insanan tevdigere û di filmên wî de ji bilî asta çavê insan dîmen tine ne. Wî hemû dîmenên xwe di asta çavekî de girtin. Yanî çavên insanan bûne çavên kameraya wî. Temaşevan jî tenê şahidiyê li bûyeran dikin. Sekna kameraya wî û cihê ku jê li insanan dinihêre, nîşaneya nefspiçûkiyê ye. Ev yek ji bo wî bivênevê bû, ji lewre wî li ser vî bingehê, zimanekî resen ê sînemayê ava kir. Ti carî xwe ne spart pêlên nû yên hunerî û bi rêgezên van bizavên hunerî film çênekirin. Wî modayên nû hemû paş ve vegerandin û li hemberî modaya ku bi navê nûjeniyê naveroka her tiştî pûç dikir, derket. Yanî bi gotina nivîskarê senaryoyan Paul Schrader wî di şêwaza xwe ya “transandantal” de israr kir û tiştên ku ji wan hez kir û hîs kir, kire film. Ji ber vê helwêsta wî gelek kesan, nexasim jî nifşên nû yên japon ew kevneperest dîtin, lê Ozu li kesî guhdarî nekir û heta dawiya jiyana xwe jî weke rîtûelekê ev şêwaza xwe ya filmçêkirinê domand û ti carî dev jê berneda. 

 

‘Tatamî’ kir ku zimanekî nû biafirîne

Dema mirov li filmên Ozu temaşe dike, pirr bi hêsanî çanda japonan, beloq xuya dibe. Wî ev yek bi awayekî xwezayî pêk anî, ne ku bi zorê xist çavên me! Cih û warên ku filmên wî lê tên girtin, rabûn û rûniştina karakterên wî, jiyana wan ya rojane û alavên ku di filman de tên bikaranîn, tev nîşaneyên çandekê ne. Jixwe, Ozu di bin tesîra çandên kevnar ên japonyayê de maye û çavkaniya wî folklora welatê wî bûye. Nexasim jî xalîçeyên bi navê “tatamî”. Xalîçeyên navdar “tatamî” parçeyekî taybet ên rêûresmên japonan in û di filmên Ozu hemûyan de cihekî wan ê girîng heye. Ji ber ku di jiyana rojane de xelk li ser vê “tatamî”yê rûdine û bûyerên rojane li ser tatamiyê diqewimin. Çayvexarin, şer, pêvçûn, sohbet û axavtin li ser tatamiyê pêk tên. Ozu ji ber rûniştandina li ser vê “tatamî”yê zimanekî nû yê sînemayî afirand û bi awirên kameraya xwe ev nîşanî xelkê da. Kamera û ronahî li gorî tatamiyê sererast kir û pîvanên filmên wî bû tatamî. Ji ber van hêlên xwe ew di nav derhênerên japon de “derhênerê herî japon” hate qebûlkirin.

 

Derhênerê ‘bêdengî’ û ‘valahî’yan

Her çiqasî her tim bi heman awayî dîmenên filmên xwe bigire kamerayê û bi eynat lensa xwe ya 50mm qet neguhere jî dinyayê hez ji filmên Ozu kir. Weke ku her tim dîmenên eynî filmî bigire, tevgerên zêde û lensên cihê bi kar nedianîn. Her wiha wî ti  carî pan, zoom û dolly jî bi kar neanî. Kompozîsyonên wî jî gelek caran wekhev in û axavtin jî monoton in. Tevgera lîstikvanên wî jî li ser tevgerên din tiştekî ferz nakin. Wî ti carî pevpebsiteneke cihê jî neceribandiye. Tenê “cut” ango birrînên sade hene di filmên wî de ku ew îşaret bi ruhê sînemaya wî dikin. Ew bi van birrînan meseleyan derbasî hevdû dike û teql dide herka filmên xwe. Her wiha “bêdengî” û “valahî”yên ku dişibin “haîkû”yan filmên wî bi mane dikin. Liv û tevgera lîstikvanên wî ango aksiyon jiyana bê tevger bi mane dike. Diyalog “bêdengî”yê û tevger jî “valahî”yan bi mane dike. Ji lewma jî ew îro weke derhênerê “bêdengî” û “valahî”yan tim li bîra sînemahezan e. 

 

Hemû dinya bi malbatekê re

Mijarên di filmên Ozu de bêhtir li ser têkiliyên insanan û pêvçûnên malbatî bûn. Têkiliyên di navbera dê, bav, keç û lawan de mijareke sereke ya filmên wî ye. Her wiha babetên “veqetîn”ê, parçebûna malbatan û biryarên li ser zewacê jî  mijarên filmên wî ne. Jixwe, di filmên wî de gelek caran jî weke aforizmaya li jorê mesele vedigere serî û “çiya dîsa çiya” dimînin. Babetên di filmên wî de bingehê xwe hinekî jî ji zanîna ´Zen´ê digirin. Ozu jî di jiyana xwe ya rastîn de qet nezewiciye û tim bi diya xwe re di malekê de maye. Hin kes (bêhtir rexnegirên filman) hêza dayikên di filmên wî de bi jiyana wî ya rastîn ve girê didin. Axir nakokî û pêvçûnên di filmên wî de di heman demê de nakokî û pêvçûnên jiyana rastîn bi xwe ne. Ji ber vê yekê nivîskar Donald Richie ji bo malbatên ku di filman de behsa wan dikir, digot, “Dinya hemû tevî vê malbatê dijî. Dawiya dinyayê ne dûrî vê malbatê ye.” Yanî babetên filmên wî di heman demê de pirsgirêkên gerdûnî yên insanî bûn. 

 

Nefspiçûkiya Ozu û kameraya wî

Teorisyen û rexnegirê filman Tadao Sato di nirxandineke xwe ya li ser çandê de bala xelkê dibe ser “xatir” û “qîmet”a di filmên Ozu de û maneyeke bi vî rengî li filmên wî bar dike; “Kemareya Ozu li hember karakterên xwe weke xwediyê malê tevdigere, çawa ku xwediyê malê dixwaze mêvanan bi mazûvaniyeke baş pêşwazî bike, kameraya Ozu jî bi heman hestê tevdigere. Li hember vê yekê jî karakterên wî wisa hesab dikin ku ew mêvanên malê ne û bi vê psîkolojiyê rola xwe dikin.” Tadao Sato di dewamê de jî rêûresmên ku Ozu bi wan mezin bûye bi bîr dixe û nêzîkatiya wî ya sînemayê bi terbiyeya wî ya şexsî ve girê dide. Şiroveyên Sato vê yekê nîşanî me didin; hunermendek ji bîra xwe ya şexsî û her wiha çanda welatê xwe hunerekî pak ava dike. Ozu jî di filmên xwe hemûyan de vê yekê pêk tîne û meseleyên li welatê xwe dike meseleyên gerdûnî û dike ku xelkên dinyayê hemû li ser meseleyên ku ew bi riya filman vedibêje, biponijin. Lê dema ku ew vê yekê bi riya filman disêwirîne, bi nefspiçûkî dike û ew bi vê hêla xwe ji gelek derhênerên ku dixwazin bi pozbilindî hin tiştan li ser temaşevanan ferz bikin û bidin qebûlkirin vediqete. Mirov dikare vê nefspiçûkiya wî jî bi zanîna ´Zen´ê ve girê bide û bi vî awayî filmên wî binirxîne.

 

‘Sînema tenê cîla ye’ 

Ji bo mirov karibe hin hêmanên çandî yên filmên Ozu binirxîne yan jî ji wan fêhm bike, divê mirov ji zanîna ´Zen´ê haydar be. Nexwasim jî hunerê Zenê. Zen, ne weke olekê lê weke şêwazeke jiyanê ya ku di nav çanda japonyayê de belav bûye, tê dîtin. Yanî tiştekî organîzekirî nîne Zen, ji rêûresmên hunerî yên japonan ava dibe û lûtkeya tekûziyê ye. Ozu jî hewl dide zanîna Zenê li sînemayê zêde bike û bi riya vê zanînê bi hin babetan dakeve. Paul Schrader di pirtûka xwe ya bi navê “Di sînemayê de şêwaza transandantal” de ji bo vê meseleyê bide fêhmkirin dibêje, “Li Japonyayê şaristaniya nûjen hîna nû sed salên xwe temam kirine. Ev şaristaniya nûjen weke cîlayekê ye li ser şaristaniya ku du hezar sal in li Japonyayê heye.” û bi vî awayî didomîne, “Di filmên Ozu de huner û zanîna Zenê, şaristanî bi xwe ne; sînema tenê cîla ye.”

 

Mu; ruhê valahî û bêdengiyê

Yek ji rêgezên sereke yên hunerê Zenê, mefhuma bi navê “mu” ye. Ew weke têgehekê tê maneya, tinebûn, valahî û bêdengiyê. Tinebûn, valahî û bêdengî hêmayên baş ên hunerê Zenê ne. Ew ji tinebûnê bêhtir hebûnê temsîl dikin. Ozu jî weke hunermendekî hunerê Zenê, valahî û bêdengiyê ava dike di filmên xwe de û ew van hêmanan bi rê ve dibe weke lîstikvanên di filmên xwe de. Yanî Ozu bi saya “mu”yê ruhekî diafirîne di filman de, nexasim jî saetên bi dîwaran ve yan jî yên li ser destan di filmên Ozu de îşaret bi wext dikin û ev wext jî parçeyekî “mu”yê ye. Her wiha mirov dikare wê weke hîçbûnê jî binirxîne. Ji xeynî vê yekê, karakterên Ozu tim di “dema niha” de ne û rabuhiriya wan zêde nayê zanîn. Li hemberî keftûlefta jiyanê û her wiha tiştên veşartî yên li dinyayê bêdengiya xwe diparêzin. Weke ku bedbextiyekê qebûl kiribin û li hemberî zeman bi sebreke mezin li ber xwe didin. A rast ew li ber xwe jî nadin tenê di “dema niha” de ne, ewqas. Di teqlên pevbestina Ozu de mirov dikare bi hêsanî van tiştan bibîne, ji ber ruhekî li valahiyê yê bêdeng sekiniye heye di filmên wî de. Ruhekî ku kêm derhêner dikarin biafirînin.

 

Mono no aware

Wêjevan û zimanzan Motoori Norinaga ji bo naverok û ruhê çanda Japon îfade bike biwêja “mono no aware” peyda kir. Di esasê xwe de ev biwêj ji peyva “hay jê bûn”ê hatiye afirandin û tê maneyên “hestyarî” yan jî “xemgînî”yê. Di heman demê de maneya “hesasiyeta li hember tiştan” jî dihewîne û ev yek jî hêleke din ya zanîna Zenê nîşan dide. Motoori ji bo ku insan bêyî ku pêdivî bi ziman bibînin ji tiştan û ji derûdora xwe fêhm bikin ev biwêj çêkiribû. Da ku mirov rasterast û bêyî amûrekî jiyanê tecrûbe bikin, ev biwêj her çû di çanda Japonan de bêhtir hat bikaranîn. Yanî insan bi saya rasthatinan hin tiştan tecrûbe (mono) dikin û ev rasthatin li ser wan tesîrekê dihêle ango wan dilzîz dike (aware). Bi kurtasî kesên japonî tiştên diltenik û dilzîz ên ku mirov bi wan re rû bi rû dibe û bandora li mirovî dikin, bi biwêja “mono no aware” tînin ziman. 

 

Xemgîniya wextê derbasbûyî

Di heman demê de “xemgîniya wextê derbasbûyî” yanî melankoliyê jî îfade dike ev biwêj, jixwe filmên Ozu jî weke biwêjekê ne li ser wexta derbasbûyî û dengê trênekê yan jî saetekê wî wexta ku derbas dibe, nîşanî karakterên wî dide di filman de û dilê wan li ser vê yekê zîz dibe. Helbet bi wan re dilê temaşevanan jî zîz dibe û li ser wexta derbas dibe, xemgîn dibin. Yanî sînemaya Ozu, hinekî jî vegotina van dilên zîzbûyî ye. Dilên zîzbûyî yên ku di nav demê de asê mane, yên ku di nav rêûresman û nûjeniyê de neçar mane. 

 

Cehd û keda ji bo tekûziyê

Ozu heta dawiya jiyana xwe ji bo di şêwaza xwe de dîmenên herî tekûztir bigire xebitî, weke şêwekarê ku dixwest derbeyên firçeya xwe tekûztir bike û heta dawiya emrê xwe heman tabloyî boyax kir. Dibe ku şêwekar di heya dawiya emrê xwe tenê tabloyekî çêkiribe lê ew tabloyê wî yê herî baş e ku bi darbeyên firçeyeke tekûz hatiye çêkirin. Ozu jî li dora heman mijaran geriya û weke ku her tim heman mijar kiribe nava filmên xwe, hin tişt her dubare kir. Lê ew di şêwaza xwe de kesê herî tekûz e, di vê meseleye de kesê herî şareza ye. Mirov hemû filmên wî komî ser hev bike, dibe ku weke filmekî werin xuyanê, lê şik jê tine ew filmekî qenc, tekûz û serketî ye. 

Yasujîro Ozu di sala 1963’an de ji vê dinyaya gewrik bar kir. Li pey xwe bi qasî 50 filman hiştin û derhênerên li pey şopa wî çûn, gelek in. Filmên wî yên bi navê “Late Spring-1949” (Bihara Derengmayî), “Early Summer-1951” (Havîna zû hatî) , “Tokyo Stroy-1953” û “Floating Weeds-1959” (Çîmenên li ber bayê) çend ji wan filmên baş ên filmografiya wî ne. Yanî wî bi van filmên xwe gelek derhêner di bin tesîra xwe de hiştin û her wiha îlham da wan. Ozu, li Enkaku-jî, li perestgeha herî navdar ya Zen-Bûdîstan hate definkirin. Wî jî weke filmên xwe bêdeng ji vê dinyayê xatir xwest, lê li pey xwe valahiyek hişt.

Li ser kevirê gora Ozu tenê peyvek heye; mu…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.