Yan hûn yan cerdevan!

Şemî 28 Çile 2023 - 00:24

ZEYNEP DURGUT/MA /ŞIRNEX

 

Ji Bestayê heta çiyayên Cûdî û Gabarê li gelek deverên Şirnexê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn. Di halê hazir de li 31 deverên Herêma Bestayê û li 9 herêmên Cûdî bênavber dar tên birîn. Li bajarê ku xweza lê tê qirkirin, roj bi roj deverên nû li ber vê çerxa qirkirinê tên xistin. 

Niha jî navnîşana birîna daran bû gundên li quntarên Çiyayê Cûdî yên girêdayî navçeya Silopiyayê. Li gundên Sorbitmeyê ku di salên 90’î de hatibû valakirin birîna daran a bi destê cerdevanan dest pê kiriye û tê payîn ku li gundê Biliganê jî dest pê bike. Li gundên navborî heta şêniyên gund destûr negirin nikarin bikevin gundên xwe. 

Ji şêniyên gundê Biliganê Yûsûf Denîz (67) diyar kir ku ji wan hatiye xwestin ku ew bi xwe darên gund bibirin û got: “Niha li sînorê me û Navavya ya Bespiniya dar birrîne. Çend dar mane û dibêjin; ‘Em ê wan jî bibirin.’ Em naxwazin darên me bên birrîn. Em naxwazin ne li gundê me û ne jî li cihekê din dar bên birrîn. Ev dar ne yên şexsî ne. Yên vê xakê ne. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibêjin divê hemû darên li gund bên birrîn. Bi qasî ku ji destê me tê em ê nehêlin bibirin. Şêniyên gund çûn cem walî û midûriyeta daristanê. Ji wan re gotin; ‘Divê ev dar di vê zivistanê de bên birrîn.’ Nahêlin em biçin gund. Aliyekî dibêjin em ê gund ava bikin û li aliyê din nahêlin em biçin gund. Divê ku kesek li dijî vê qirkirinê bêdeng nemîne.”  

Ji gundê Sorbitmeyê şêniyê bi navê Îlyas Yagan (69) jî destnîşan kir ku gundê wan hatiye serûbinkirin û yek dar nehatiye hiştin. Yagan, da zanîn ku darên li ser 7 hezar donimên erdê wan hatine birîn û got; “Kesên ku darên me dibirin jî cerdevanên Sêgirkê ne. Nêzî 4 hezar nifûsa gundê me heye û tev jî neçar in. Me doz vekir lê bê encam ma. Bila dinya bizanibe ku li vê herêmê darên me, gundên me tên talankirin.  Ji me re gotin; ‘heke hûn darên xwe nebirrin em ê cerdevanan bînin ku bibirin.’ Me jî jê re got; ‘ne em dibirin û ne jî dihêlin cerdevan bibirin.’” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.