Xweseriya Aboriyê

În 2 Gulan 2025 - 02:45

  • Ji bo xweseriya ekonomîk bingehekî qanûnî jî hewce dike. Di qanûna dewleta netewe ya serwer de navendîgirî û yeknesakî di bin navê yekîtiya huqûqê de li pêşiya afirîneriya ekonomîk, ekolojî û reqabetê dibe payebend û asteng.

Amûrê modernîteya kapîtalîst ê desthilatdariyê dewleta netewe ye. Bi vî amûrî kara herî zêde bi dest dixe û pê li ser ekonomiyê serdestiya xwe pêk tîne. Ev amûr nebe nikare kara zêde bi dest bixe û nikare sermayeyê kom bike. Di dîroka şaristaniyê de li asteke herî jor talana ekonomîk û li ser bingehekî diyar ê rewa pêkhatina wê îfade dike. Eger têkiliya wê bi awayekî rast bi kara herî zêde û daneheva sermayeyê re rast neyê analîzkirin, danasîna rast a dewleta netewe nayê kirin. Mirov dewleta netewe bi tenê weke sîstemeke zor û desthilatdariyê nikare bide naskirin. Desthilatdariya dewletê kengî weke neteweya dewlet hat birêxistinkirin dibe modernîteya kapîtalîst, nexasim kara wê ya herî zêde û daneheva wê ya sermayeyê dikare pêk bê. Ev tê wê maneyê, di tevahiya dîrokê de li ser jiyana ekonomîk a civakê serdestiya dewleta netewe di warê desteserkirina nirx-mayeyê herî zêde de gihiştiye payeya herî li jor a dewletê û dewleteke bi vî rengî pêk hatiye. Bi milletperestî û welatperweriyê cîla dike, bi perwerdeyê dike mîna xweda û berdide nava mûrehkên civakê û bi vî awayî sîstema desteserkirinê ya li ser ekonomiyê rewa dike. Huqûq, polîtîka ekonomiyê, dîplomasî û têgîn, teorî û saziyên li qadên din têne pêkanîn hemû bi heman armanca rewakirinê radibin. Bi kara herî zêde re li ser qada ekonomiyê teroreke dijwar tê meşandin û ev dike ku civak li aliyekî bi nanozikê bixebite û mehkûmî karkeriya bi heqdestiyê bibe, li aliyê din jî beşekî mezin ê civakê dike artêşa bêkaran. Koletiya bi heqdestiyeke kêm û artêşa herî mezin a bêkaran, encamên xwezayî yên kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzmê ne. 

Dagirkeriya ekonomîk, dagirkeriya herî bi tehlûke ye. Dagirkeriya ekonomîk ji bo xistin, hilweşandin û jihevdexistina civakekê rêbaza herî hov e. Civaka Kurd ji statuyên dewletên netewe yên li ser wan zêdetir, bi sedema ku amûrên wan ên ekonomîk hatine desteserkirin û kontrolkirin, bêhnçikandî bûne. Piştî ku civakekê kontrola xwe ya li ser amûrên xwe yên hilberandin û bazara xwe ji dest da, mumkîn nîne ku jiyana xwe bi awayekî azad dewam bike. Kurdan ne bi tenê bi giranî kontrola xwe ya li ser amûrên hilberandin û têkiliyan ji dest da; kontrola li ser hilberandin, bikaranîna berheman û bazirganiyê jî ji destê wan hat derxistin. Ya rastî, li ser bingehê înkarkirina nasnameya xwe çiqasî bi dewletên netewe ve bêne girêdan ewqasî dikarin di bazirganî, pîşesazî û bikaranîna malê xwe de rol bigirin. 

Ji bo xweseriya ekonomîk bingehekî qanûnî jî hewce dike. Di qanûna dewleta netewe ya serwer de navendîgirî û yeknesakî di bin navê yekîtiya huqûqê de li pêşiya afirîneriya ekonomîk, ekolojî û reqabetê dibe payebend û asteng. Li şûna vê têgihiştina huqûqê ya xwe disipêre mêtingeriya ekonomîk bi awayekî dijwar hewcedarî bi karmeşandin û ekonomiya xwecihî ya koordînasyona ekonomiya neteweyî li ber çavan digire heye. Huqûqeke ekonomîk a diyardeya bazara neteweyî înkar nake, lê dînamîkên bazara xwecihî li ber çavan digire elzem e. Sîstema huqûqê ya xwe disipêre tek navendê hêmana herî mezin a muhafezekariyê ye. Bi temamî rastiyeke siyasî ye, û mentiqê wê yê ekonomîk tineye.

(Ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê 'PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de' hatiye wergirtin.)

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.