Ewlehiya hiqûqî divê

Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:20

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal da zanîn di ser banga dîrokî de demek dirêj derbas bû û got:"Ger pêvajoyek demokratîk bê xwestin, hiqûqa wekheviyê bê avakirin, divê ev bikeve ewlehiya hiqûqî."

Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde hevdîtinên bi partiyên siyasî re hatin kirin û hîna gavek nehatiye avêtin. Vê hefteyê hevdîtin bi wezareta dadê re hat kirin. Bêguman êdî bendewarî ev e ku pêvajo ji hevdîtinan derkeve û gavên şênber û cidîbên avêtin.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal der barê pêvajoyê de axivî.

Newroz Uysal balkişand ser pêvajoyê û di vê mijarê de wiha got: “Di ser banga dîrokî de demek dirêj derbas bû. Vê li cîhanê û welatê me deng da. Me hewl da bi hemû aliyan dengdayînê, bandora wê fêm bikin û me di rêveberiya xwe de jî anî astekê. Me civîn û hevdîtin pêk anîn. Wek DEM Partiyê em rola xwe dimeşînin.”

Ewlehiya hiqûqî divê

Newroz Uysal balkişand ser hevdîtinên hatine kirin da zanîn ku hîna gavek şên ber nehatiye avêtin. Newroz Uysal wiha vegot: “Rast e gavek şênber tuneye. Hevdîtinên asta payabilind di meha dawî de pêk hatin. Ev girîng in. Ev ne pêvajoya hevdîtin, bangan e; ger pêvajoyek demokratîk bê xwestin, hiqûqa wekheviyê bê avakirin, divê ev bikeve ewlehiya hiqûqî. Hewcedarî bi guherînên cidî yên siyasî, polîtîk û hiqûqî heye.”

Wek gavek mezin serwîs kirin

Newroz Uysal balkişan ser 10’emîn Pakêta Darazê ya ku wek ‘reforma înfazê’ ya ku Wezareta Dadê wê hefteya pêş bîne meclîsê û wiha got: “Ev pakêta tê meclîsê di alî pêvajoyê de ne pakêteke li ser hatibe lihevkirinê ye. Ev pakêt berê gelek caran li meclîsê hat ziman û AKP-MHP difikirî ku vê pakêtê bîne meclîsê. Mijarên wê belê têkildarî înfazêde ye lê girtiyên siyasî nahewîne. Lê ev aşkera ye ku ev pakêt wek gavek mezin serwîs kirin.”

JINNEWS/ENQERE / MELEK AVCI 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.