Divê dewlet gavan biavêje

Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:35

Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO re 2 meh derbas bûn lê heta niha jî dewletê tu gavên şênber neavêtiye. Tevî bangê jî operasyonên leşkerî yên TSK’ê didomin û mercên xebatê yên Rêber APO nehatine başkirin. Malbatên ku di şer de xizmên xwe winda kirin, dixwazin ku dewleta gavan biavêje.   

Gulîzar Yaşar ku di şer de du zarok û kekê xwe winda kir, xwest ku dewlet ji bo çareseriyeke mayinde û demokratîkbûnê gavan biavêje.  Gulîzar Yaşar, li mezraya Zerene ya gundê Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Zêdetirî 30 salan li Zereneyê jiya. Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji ewil kekê xwe Devalî Gurdal winda kir. Kekê wê Gurdal, di sala 1985’an de dema milîsê HRK’ê bû, di şerekî li herêma Cîloyê de şehîd bû. Bi mirina kekê wê re zextên leşker û kontrayan ên li dijî hevjîn û malbata wî zêde bûn. Gulîzar Yaşar neçar ma ku ji gund koç bike. Piştî şehîdbûna kekê wê, keça wê Reyhan Yaşar (Adar Gever) di sala 1993’yan de û kurê kekê wê yê şehîd bû Macît Gurdal (Zinar Gever) jî di sala 1994’an de tev li refên PKK’ê bû. Biraziyê wê Macît Gurdal di heman salê de li qada Çarçella-Zagrosê û keça wê Reyhan Yaşar jî di sala 1998’an de li herêma Xakûrkê şehîd bûn. Piştre jî keça wê Hamiyet Yaşar di sala 2004’an de tev li refên PKK’ê bû. Di sala 2012’an de jî kurê wê Şervan Yaşar (Êriş Adar) tev li refên PKK’ê bû. Kurê wê Şervan di sala 2022’an de şehîd bû û keça wê Hamiyet jî di nav refan de ye. 

Ji malbatê 19 şehîd 

Mîna jiyana wê, jiyana tevahiya malbata Gulîzar Yaşarê di nava têkoşîna azadî û aştiyê de derbas bû. Gulîzar Yaşar, got: “Ne tenê zarokên min, bi dehan birazî û xizmên min jî di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Ji malbata xwe min 19 kes winda kirin. Îşkence, zext û kuştin jî di nav de tu tiştekî me nedîtî nema. Lê tevî vê jî em daxwaza aştiyê dikin. Dibe ku min îro zarokên xwe winda kiribin lê bila canê kesekî neêşe, bila zarokên tu kesekî nemirin. Lewma aştiyê dixwazim. Em naxwazin êdî malbatên leşker û gerîlayan ewqas êş bikişînin û bigirîn.” Gulîzar Yaşar destnîşan kir ku gelê Kurd li Agiriyê, li Dêrsimê hate qetilkirin, Kurd hatin girtin û gelek kes bi awayekî kiryarnediyar hatin kuştin lewma PKK derketiye û got:“Heke 100 sal berê daxwazên gelê Kurd bihatina qebûlkirin, me îro ev tişt nedijiyan. Em daxwaza ax û zimanê xwe dikin. Tu pirsgirêka me bi tu kesekî re nîne. Em dixwazin hemû gel bi aştiyane û azad bijîn.” 

Heta zext hebin wê çek jî hebin

 Gulîzar Yaşar, wiha got:“Dema mafên demokratîk ên Kurdan hatin qebûlkirin, wê tu maneya çekan nemîne. Divê mafên perwerdeya bi zimanê dayikê û jiyana azad a Kurdan bên dayin. Divê dewlet li dijî banga birêz Ocalan erk û berpirsyartiyên xwe bicih bîne. Divê dewlet gavên şênber biavêje. Heke gavên şênber bên avêtin,wê pêvajo bi ser keve. Heke dewlet gavên şênber biavêje, mafên perwerdeya bi zimanê dayikê û demokratîk biavêje, wê demê em ê ji pêvajoyê bawer bikin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Ya herî girîng jî divê Ocalan azad bibe. Dema gavavêtinê ya dewletê ye, ya Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan e. Ez bang li malbatê leşker, gerîla û girtiyan jî dikim ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.” 

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.