Divê serok û girtî bên berdan

Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:40

Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş a 9 sal in li girtîgeha jinan a Bakirkoy a Stenbolê girtiye, Rabîa Ataş der barê pêvajoyê de û bendewariyên xwe de axivî.  Rabîa Ataş da zanîn ku nexweşiyên keça wê Şîvekar Ataş didomin û got:“Dema behsa pêvajoya aştiyê tê kirin moral didin me. Dibêjin wê her tişt xweş bibe em ê bên malên xwe. Em hêvî dikin ku ev pêvajo baş bimeşe. Tevî nexweşiyên wan giran in moral didin me. Keça min ji ber nerehetiya dil 20 rojan carê derziyan li xwe dixe. Ji ber nexweşiya jinan emeliyat bû. Hêvîdar im ev nexweşî ji nûve rû nede. Berê ji ber nexweşiyê gelek pirsgirêk jiya. ÎHD pir li ser sekinî û ameliyat bû.”

Serok bê çi piştgiriyê didin 

Rabîa Ataş balkişand ser girîngiya banga ku Rêber APO kiriye û wiha got:“Rêberê Gelê Kurd gav avêt. Gelo dewlet çiqas ji dil e. Em dibêjin gelo ev komplo ye, me dixapînin. Keça min girtiye, yek jî gerîla ye. Em dixwazin dewlet gavê bavêje. Serokê me bêje çi em piştgiriyê didinê. Baweriya me bi dewletê tuneye. DEM Partiyê bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me li dijî tecrîdê û ji bo aştiyê çalakiya nobetê pêk anîn. Lê dewletê bersivek neda. Ji ber vê baweriya me nemaye. Divê dewlet tavilê gavekê bavêje. Divê dest ji êrîşan berde û aştiyeke bi edalet bê.”

Şîvekar Ataş li gundê Agaçlidere ya Sûra Amedê hat dinê. Malbata wê di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koçî Amedê dikin. Şîvekar ku endezyariya kompîturê dixwend di 2016’an de li Mûşê hat girtin û birin girtîgeha Tarsusê piştre ya Sîncan û niha jî li ya Bakirkoy a Stenbolê ye. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 15 sal ceza lê hat birîn. Şîvekar li dijî tecrîdê li girtîgehê sê caran ket grevê. Şîvekar nexweşa giran a dil, tansiyona bilind û di malzaroka wê de kîst hene. Tevî van nexweşiyên giran girtî ye. 

JINNEWS/GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.