Pêvajo ji Amediyan re tê vegotin

Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:30

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ji bo vegotina geşedanên heyî û banga dîrokî, di 22’yê Nîsanê de starta kampanyaya “Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gel re dicivin” da destpêkirin. Hedefa kampanyayê ew e ku li bajar bi milyonek û 145 hezar kesan re bên gel hev. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer têkildarî axivîn. 

Abbas Şahîn, diyar kir ku piştgiriya bi banga Rêber APO re nîşaneya hesreta ji bo aştiyê ye û got:“Em armanc dikin ku nirxên demokratîk ên civakê jinûve ava bikin. Di vê çarçoveyê de em ê li Amedê biçin serdana 275 hezar malbatan û bi milyonek û 145 hezar kesan re rû bi rû hevdîtinê bikin. Di hevdîtinan de em ê hem pêvajoyê vebêjin hem jî çawaniya avakirina civaka demokratîk û girîngiya pêvajoya guherîn û veguherînê vebêjin. Em ê li deriyê hemû derdorên civakê bixin. Birêz Abdullah Ocalan digot; ‘Heke ez li derve bûma wê derî bi derî bigeriyam.’ Ev gotin ji me re bûn rêber. Em ê li fikr û pêşniyarên gel jî guhdarî bikin. Em ê li ser yekitî û hevgirtina xwe biaxivin. Aloziyên heta niha hatine afirandin jî wê di vê pêvajoyê de tune bibin. Ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê, em ê vê pêvajoyê bi banga birêz Abdullah Ocalan re bi ser bixin.” 

Divê birêz Ocalan azad be 

Di berdewamê de Şahîn got:“Divê her kes cidî nêzî pêvajoya guherîn-veguherînê bibe. Ji bo vê jî divê mercên xebateke azad ên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin. Guherandina pergala hiqûqê ya heyî wê gelek pirsgirêkan ji holê rake û pêşiya pêvajoyê veke. Li aliyekî maseyên birêz Ocalan û ya din jî pergal heye. Ya dikeve ser milê me ew e ku em destê birêz Ocalan xurt bikin.” 

Ew ê ji jinan re bê vegotin 

Gulşen Ozer jî anî ziman ku ji 8’ê Adarê heta Newrozan, xwedîderketineke mezin li banga Rêber APO hebû û got:“Ji bo wate û girîngiya vê pêvajoyê bêhtir pêşçav bikin, me hemleya rêxistinkirinê da destpêkirin. Bi taybet jî jin, em ê mal bi mal û tax bi tax bigerin, li gel guhdarî bikin û pêvajoyê bi hev re bimeşînin.” Gulşen Ozer diyar kir ku heta Rêber APO ji hêla fîzîkî ve azad nebe mimkin nîne ku pêvajo bi ser keve û got:“Divê zemîneke hiqûqî yê vê pêvajoyê hebe.” 

MA/MUJDAT CAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.