Xweserî pêşiya ziman vekir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 13 Çile 2025 - 00:30

  • Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Îhsan Colemêrgî, behsa wêjeya Colemêrgê û Botanê û sedema taybetmendiya wan kir, wî da zanîn ku herêma Colemêrg û Botanê her tim xweser bûn e û vê xweseriyê pêşiya zimanê kurdî vekiriye.

BAZÎD EVREN / AW / COLEMÊRG

Kurdistan û Rojhilata Navîn yek ji cih û warên ku bûne dergûşa mirovahiyê. Lewra gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dijîn xwedî çandeke qedîm û kevnar in. Li gel vê çandê wêjeyek jî li herêmê pêş ketiye û gelê Kurd di vê pêvajoyê de cihekî taybet girtiye. Wêjeya kurdan ji ber êrişên li ser welatê wan û polîtîkayên bişaftinê dem dem lawaz bûye, lê ji ber qedîmbûna xwe ti carî neyaran nekariye wêjeya Kurdan ji holê rakin. Li her herêmeke Kurdistanê jî wêjeyeke xwe ya taybet heye. Herêmên Colemêrgê-Behdînanê û Botanê herêmên sereke ne ku wêjeya Kurdî lê pêşketine.

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Îhsan Colemêrgî behsa girîngiya wêjeya herêmên Colemêrg û Botanê kir û taybetmendiya wê vegot. Îhsan Colemêrgî, behsa 3 hezar sal berê dema şaristaniyan kir û diyar kir ku Colemêrg di serdema şaristaniyan de di navbera serbajêrê Ûrartûyan Tûşba û serbajêrê Asûriyan Nînovayê de cih digirt. Îhsan Colemêrgî da zanîn ku 3 hezar sal berê şaristaniyên deştiyan ankû samiyan Asûrî û şaristaniya çiyayiyan ankû Hînt-Ewropiyan Ûrartû li Rojhilata Navîn hebûn. Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku împaratorî û dewletên wê serdemê desthilatiya Mîrên Colemêrgê di asta herî bilind de nas kirin e û got: “Dewleta Osmaniyan jî çend desthilatdariya mîrên Kurdan di asta herî bilind de nas kirin e. Li bakurê Kurdistanê 5 mîrektî ne, Mîrektiya Hekaryan, Mîrektiya Cizîra Botan, Mîrektiya Heskîf, Mîrektiya Sason û Mîrektiya Bedlîsê. Tev li karên hindir ên van mîrektiyan nebûn e, mîrên Kurdan li ser navê xwe pere derxistine û xûtbe dane xwendin.”

‘Desthilatdarî azad be dê medrese jî azad bin’

Îhsan Colemêrgî da zanîn ku dema desthilatdarî azad be dê medrese jî azad bin û dema medrese azad bibe wê nivîskar jê derbikevin. Îhsan Colemêrgî çend mînak dan û got ku Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî hwd. ji medreseyan derketine. Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku derketina van kesayetan bi desthilatdariya xweser ve girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dikarin bibêjin di hêla Hekariyan de van hezar salên dawî jî saziyên xweser hebûne. Heke ne wisabûya, wê kesayetên weke Edbûlsamed Begê Hekariyan, Şêx Hadiyê Hekaryan, Şêx Hesenê Hekaryan, Elî Herîrî hwd. ku li ser zimanê Kurdî dixebitîn, dernediketin. Ji Şengalê heta Herîriyê ku herêma Behdînana îro ye, weke Hekaryana Jêrîn dihat pênasekirin û girêdayî Hekaryan bû. Lewma paşnava Şêx Hadî jî Hekaryan e û Elî Herîrî jî di nava edîbên Kurdan de weke Elî Herîriyê Hekaryan derbas dibe.”

‘Mêrg û kaniyên Colemêrgê bûne çavkaniyên îlhamê’

Îhsan Colemêrgî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Profesor Qanadê Kurdo di dîroka wêjeya Kurdî de cih daye 13 nivîskarên ku bi Kurmancî berhem afirandî û got ku ji wan 6 kesayet Colemêrgî ne. Îhsan Colemêrgî anî ziman ku Qanadê Kurdo dibêje erdnîgariya Colemêrgê, mêrg û kaniyên wê ji bo nivîskaran bûne çavkaniya îlhamê. Îhsan Colemêrgî bi lêv kir ku rastiya vê yekê heye û wiha got: “Xwezaya bedew, zozan û mêrg û çîmenên bi kûlîlkan hatine xemilandin jî dengbêj û helbestvanan didin axaftin. Colemêrg herêmeke asê ye û vê yekê destûr nedaye desthilatdariyên weke Emewiyan, Ebasiyan, Safewiyan, Osmaniyan û artêşên nîzamî bikevin herêmê. Heke bandora miletên din li ser herêmekê nebe, axaftina herêmê zelaltir e. Ev zelalî li hêla Hekariyan heye, lê mixabin ev jî di van salên dawî de ber bi mirinê ve diçe. Heta ji Xelîl Xeyalî pirsîne, ‘rojekê Kurdistana mezin ava bibe, wê kîjan devok bibe devoka fermî?’ Xelîl Xeyalî jî devoka Hekaryan û Botan nîşan daye û gotiye divê ev devok bibin ên fermî.”

‘Zarokên gel jî di medreseyan de dixwendin’

Îhsan Colemêrgî diyar kir ku wê çaxê piranî zarokên malbatên bijare diçûn medreseyan ku weke zanîngehên wê çaxê tên hesibandin. Îhsan Colemêrgî anî ziman ku Medreseya Meydanê ya li Colemêrgê di van 300 salên dawî de li herêmê zanîngeheke bi nav û deng bû û wiha pê de çû: “Heta ji Bedlîs û Silêmaniyê şagirt hatine Medreseya Meydanê. Zarokên malmîran, dewlemendan jî di van medreseyan de xwendine û ji ber ku xwedîkirina şagirtên medreseyan girêdayî gel bû, ez dikarim bibêjim zarokên gel jî di medreseyan de xwendin e. Weke mînak, Melayê Bateyî ne kurê axayan e ne jî yê began, ev ji gel bû û ji van medreseyan derketiye. Alimeke bi nav û deng e û em dikarin bibêjin ne mela, filozofeke serdema xwe bûye.”

‘Dixwazin bîr û baweriya Kurdan a olî ji holê rakin’

Îhsan Colemêrgî bal kişand ser têkiliya Kurdayetî, Colemêrg û ola Êzidiyatiyê û got ku Êzdiyatî di van 800 salên dawî de derketiye holê. Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku Êzidiyatî li ser bingeha ola Zerdeştiyê rûniştiye û hêvêynê wê olê, Kurdên kevn in. Îhsan Colemêrgî anî ziman ku Şêx Hadiyê Hekaryan bîr û baweriya Êzidiyatiyê li gorî serdemê hin guherîn çêkirine û wiha berdewam kir: “Gava miletek serdest miletek bindest kirin, berî her tiştî çanda wan diguherin, zimanê wan qedexe dikin. Karesateke hatiye serê Kurdan yek jî ev e. Lê heke ol, bîr û baweriya netewekê li gorî xwezaya wan, li gorî bîr û baweriyên wan ên kesayetî be, ew bêtir çand û zimanê xwe diparêzin. Ji ber ku ola Êzidiyatiyê jî oleke xwecîhî ye û ji der ve nehatiye herêmê, bêtir ziman û çanda Kurdî parastiye. Yek jî sedema karesatên tê serê Êzidiyan ev yek e. Desthilatdar an jî hizbên Îslamî yên tûj dixwazin bîr û baweriya Kurdan a olî ji holê rakin. Ji ber ku ev bîr û bawerî ziman û kevneşopiya Kurdan diparêze. Lewma 2014an Êzidî bûn armanca DAIŞê.”

‘Siyasetmedarên me ji zimanê xwe dûr in!’

Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku wêjeya Colemêrgê niha mirî ye û got ku siyasetmedarên Kurd nabînin, heke vê yekê nebînin dê zimanê Kurdî jî ber bi mirinê ve biçe. Îhsan Colemêrgî diyar kir ku li navenda Colemêrgê û navçeyên wê hêdî hêdî zarok dest bi axaftina Tirkî dikin û vê yekê wek karesata herî mezin pênase kir. Îhsan Colemêrgî anî ziman ku şertên perwerdehiyê nîn in û ev tişt got: “Heke derfeta te nebe ku tu daran an jî kûlîlkan biçînî, tu dê li malê di nava guldankan de biçînî. Niha li Colemêrg û Wanê ev derfet heye ku em gulên xwe di nava guldankan de biçînin. Lê mixabin siyasetmedarên hêla Colemêrg û Wanê yên Kurd bi çaveke germ li çand û zimanê Kurdî nanêrin. Min 20 sal berê niha li Wanê di civînekê de anî ziman ku divê kesên dibin bernamzetên şaredariyê yan jî yên parlamenteriyê divê ji saziyeke Kurdî şahidnameyekê bînin û wisa bernamzetiya wan bê qebûl kirin. Lê ev gotina min li xweşa wan neçû û ez reş kirim.”

‘Êdî zimanê Kurdî amûreke dinyadariyê nîn e’

Îhsan Colemêrgî bi bîr xist ku di pergala kedxwariyê de dema bişaftin pêş ket, zimanê miletê bindest nirxa xwe winda dike û êdî amûrek jiyana dinyadariyê nîn e. Îhsan Colemêrgî da zanîn ku malbatên Kurd jî ji ber vê yekê naxwazin zarokên xwe bişînin saziyên Kurdî û ev tişt anî ziman: “Ez vê dibêjim malbatên welatparêz, di hilbijartinan de dengên wan ji bo partiyên Kurdan derdikevin. Lê em diçin malên wan, di malên wan de Kurdî nîn e, zarokên wan Kurdî nizanin. Ev yek kêmasiyeke gelekî mezin e. Divê di malan de perwerdehiya zimanê Kurdî girîng bê dîtin û pêş ve bibin. Heke ev yek pêk neyê, ez vê yekê weke karesateke mezin dibînim. Bi taybet divê siyasetmedar bi çavekî germ li çand û zimanê Kurdî binêrin. Ji ber ku di serdema medreseyan de siyasetmedarên kurdan bi çaveke germ li çand û zimanê Kurdî nêrîne, kesayetên weke Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran hwd. derketine. Bêguman pêşveçûyîn girêdayî karên siyasî ye. Niha vê gavê ev derfet nîn e, lewma divê welatparêz di nava çar dîwarên xwe de, li malên xwe Kurdî biaxivin û zarokên xwe jî hînî Kurdî bikin.”

‘Hejmara komeleyên kurdî zêde bikin’

Îhsan Colemêrgî bang li Kurdan û siyasetmedaran kir ku pêwîste berê mafê zimanê Kurdî bê sitandin. Îhsan Colemêrgî anî ziman ku tenê hilgirtina mafan jî têrê nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê te hêzên ewlekariyê jî hebin ku vî mafî, dibistanên te biparêzin. Heke neyê parastin dîsa pêş ve naçe perwerdeya zimanê kurdî. Heta wê çaxê divê her welatparêzek mala xwe bike dibistana zimanê Kurdî. Heke ev 20 sal in partiyên siyasî yên li Wanê girîngî bidaban zimanê Kurdî, hejmara KURDÎ-DERan ne yek 10 heb bûna dê niha nêzî 2 hezar mamosteyên zimanê Kurdî li Wanê hebûna. Ev jî dê biba serkeftineke mezin. Heta ku mafên zimanê Kurdî tên bidestxistin, bila komeleyên ziman zêde bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.