Xwendineke cuda ya pirtûkan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Îlon 2023 - 00:28

Hunermendê Holandî Toon Joosen, bi bêje û hevokên li ser pirtûkan maneyên nû ava dike. Yanî ew pirtûkan bi nihêrîneke cuda dinirxîne û dike malzemeyê hunerê xwe. Xebatên wî yên ku dişibin kolajan, pirr balkêş in, ew ji kovaran wêneyan dibire û wêneyên dibirre bi perên pirtûkan ve dizeliqîne. Wêne û hevokan xweşik bi hev re bi kar tîne. Bi vî awayî kompozisyonên xweşik derdikevin holê.

Di hin kompozisyonên wî de em dibînin ku hevok bi melkesê tên paqijkirin, di hinan de insan bi şewkan hevokan digirin eynî weke ku masiyan bigirin. Di kompozisyonekê de jî hevokên li ser rûpel weke baranê dibarin bi ser pîrejinekê û zarokî de ku wan sîwanek daye ber xwe. Toon Joosen, di navbera insan û zimên de têkiliyên xweş zeft dike û bi nihêrînên cur bi cur pelên pirtûkan dinirxîne. 

Toon Joosen ji bo kompozisyonên xwe dibêje, “Kolajên min axlebe biyanîbûnê yanî silbûna ji civakê, vedibêjin. Her wiha îronî jî zêde ye di van kolajên min de. Karên min ji du malzemeyan pêk tên. Resmên ku ji kovarên kevn jê dikim û rûpelên pirtûkan ên kevn. Hin caran ji bo wan li hev bînim, bi mehan disekinim û difikirim.”

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.