Xwediyê daxwazên me namzetê me ye

În 24 Îlon 2021 - 02:19

  • Di hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê yên yekşema bê de, şaredarê Maburg-Mitte ji SPD’ê Falko Dorssmann namzetê parlamenteriyê ye. 

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Di hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê yên yekşema bê de, şaredarê Maburg-Mitte ji SPD’ê Falko Dorssmann namzetê parlamenteriyê ye. Ew bi Kurên bajêr re civiya. Hevserokê  KCDK-E’yê Yuksel Koç, di civînê de got, "Em ê destekê bidin namzetên ku destekê bidin daxwazên Kurdan". 

Civîn li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Hamburgê pêk hat. Ji bilî namzet Falko Drossmann parlamenterê eyaletê yê SPD’ê Markus Schreiber, Yuksel Koç, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Hekariyê Nihat Akdogan, hevseroka NCDK a

Hamburgê Birgul Ozpolat, nûnerê FED-DEM’ê Îmam Cömert jî amade bûn. 

Falko Drossman li vir got, "Weke siysetvanekî SPD’yî yê Hamburgê, ez pirsgirêkên siyasî yên Kurdan ji nêz ve nas dikim. Ez bawer dikim ku pirsgirêka Kurd divê bi rêyên siyasî bê çareserkirin. Weke SPD’ê em dixwazin ciwanên Kurdan bêhtir di nava me de cihê xwe bigirin. Ew di nava partiyên din jî çalak siyasetê bikin, dikarin di çareserkirina pirsgirêkan de bibin xwedî gotin." 

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî got, “Kurd ji bilî partiyên faşîst dixwazin di tevahiya partiyan de siyasetê bikin. Kurd li Elmanyayê xwedî potansiyeleke dengan a muhim in. Em li partiyan hemûyan vekirî ne. Em naxwazin ku Kurdan di warê aborî û siyasî de bikin qurbanên berjewendiyên welatên din. Weke civak daxwazên me hene. Em ê destekê bidin namzetên ku xwedî li van daxwazan derkevin. Siyaseta Elmanyay Federal jî divê biguhere û bi kêra çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.