Xwedî li Pexşan Ezîzî derkevin

Çarşem 22 Çile 2025 - 02:45

Berdevka rêxistina Kongra Star Rihan Loqo erêkirina cezayê dervekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û cezayê darvekirinê yê li girtiyên jin yên siyasî hatine birîne nirxand. 

Rihan Loqo da zanîn ku gelek jinên aktivîst, çalakvan û siyasetmedar ên ku di şoreşa ‘Jin jiyan Azadî’ de bi pêşengtiya xwedî li derketina jinan de rol lîstin û bê deng neman, bûn hedefa rêjîma Îranê. Rihan Loqo bi bîr xist ku yek ji van çalekvanan jî Pexşan Ezîzî bû ku di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin û cezayê dervekirinê lê hatibû birin.

Rêjim Îranê ji têkoşîna jinan ditirse

Her wiha Rihan Loqo bi bîr xist ku hemû jinên di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de serî netewandin û liberxwe dan, cezayê darvekirinê li wan hat birîn û wiha berdewam kir: “Rêjima Îranê bi darvekirinan û kiryarên dermirovî dixwaze rê li pêşiya têkoşîna jinan bigre. Ev çalakvan û girtiyên siyasî yên wek Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, girtiyên ku niha cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, hemû jî ji bo parastina mafên jinan serî rakirine hatine girtin. Ev nîşan dide ku rêjîma Îranê çiqas ji hêza jina zana ya ku li hemberî pergala netewperest liberxwe dide û serî natewîne, ditirse.”

Xwedî li Pexşan Ezîzî derkevin

Rihan Loqo bang li saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan kir ku ji bo Pexşan Ezîzî bibin dengê xwedîderketinê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo dawî li van darvekirinan û hemû şêwazên tundiyê yên li ser jinan bê anîn, em rêxistina Kongra Star van biryarên der mirovî şermezar dikin. Em di rewşeke wisa re derbas bikin ku êdî tenê şermezarkirin jî têr nake. Divê hemû saziyên mafên mirovan, hiqûqnas û tevahî saziyên jinan ji bo van kiryarên der mirovî dakevin qadan û xwedî li girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî  û hemû jinên ku ji bo azadiya vê civakê têdikoşin derkevin.”

NÛJINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.