Xwedî li bîranîna wan derdikevin

În 13 Îlon 2024 - 03:15

  • HPG'ê ragihand ku li Xakurkê 3 gerîla şehîd bûne û got: Em careke din soz didin ku li Kurdistana azad a ku hesreta şehîdên me bû, xwedî li bîranîna wan derkevin.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di meha Tebaxê de li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de yên li herêma Xakurkê, 4'ê Tebaxa 2024'an hevrêyên me Asrîn û Xwînda, di 24'ê Tebaxa 2024'an de hevrêyên me Rustem şehîd bûn. Hevrêyên me Asrîn û Xwînda hêviya azadiyê ya ku şehîdên me yên jin ên pêşeng ên Apoyî bi berdêlên giran afirandin, hembêz kirin û ev hêvî mezin kirin, xwestin bigihînin hemû jinên bindest û bi têkoşîna xwe ya bi fedakarî gihîştin vê armanca xwe. Hevrêyên me Asrîn û Xwînda bûn milîtaniya fedaî ya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku îro li her devera cîhanê li ser zimanê jinan e, bi dilsoziya xwe ya bi pîvanên azadiyê re cihê xwe di dilê gelê me û jinên berxwedêr hemûyan de girtin. Ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrêyê me Rustem destpêkê li Kurdistanê piştre jî li Ewropayê beşdarî nava refên têkoşînê bû, bi dilsozî û samîmiyeteke mezin wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî. Hevrêyê me Rustem bi kesayetiya xwe ya durust, bi dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dihate naskirin, li nava refên gerîla hewl da hîn bêhtir têbikoşe û hêjayî şehîdên me be. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Asrîn, Xwînda û Rustem, ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku li Kurdistana azad a ku ew bi hesreta wê bûn xwedî li bîranîna wan derkevin. 

Welatê xwe ji dijmin re nekirin war

Hevrêya me Asrîn li navçeya Wêranşar a Rihayê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku dewleta Tirk li herêma Xakurkê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, hevrêya me Asrîn li hemberî êrîşên dijmin ji bo parastina herêma Xakurkê ku warê berxwedana mezin e, bi fedakarî şer kir. Hem li vê derê ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne, hem jî vê xaka pîroz a ku mirovahî weke bihuştê pênase dike ji dijmin re neke war, heta nefesa xwe ya dawî bi fedakarî û wêrekî şer kir. 

Hevrêya me Xwînda li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Xwînda di gelek çaakiyên li dijî dijmin de ked da, di van çalakiyan de bi fedakariya xwe bû milîtaneke YJA Starê ku li nava hevrêyên xwe bû mînak. Bi taybetî ji bo taktîkên gerîla yên dema nû bi serketî bi cih bê anîn, bi zanebûn, jîrbûn û hewldanên xwe tevkariyeke mezin kir. 

Hevrêyê me Rustem, li bajarê Îdirê ku dîroka wê bi destanên lehengiyê tijî ye û gelek ewladên xwe fedayê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye, jidayîk bû. Di sala 2019'an de ji Ewrûpayê tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedekar re, erkên xwe yên demê bi cih anî. Hevrêyê me Rustem ku li herêma Xakurkê pratîkeke serketî pêk anî û tevkarî li gelek çalakiyan kir, bi aliyê xwe yê şerkirinê re bû mînak ji bo hemû hevrêyên xwe."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Asrîn Bawer (Sevda Topçû), li Rihayê jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Xwînda Çiya (Necla Ahmed Silêman), li Dêrika Hemko jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Rustem Serhed (Şahîn Pekur), li Îdirê jidayîk bûye, 24’ê Tebaxa 2024’an li Xakurkê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.