Xwe di malê de heps nekir

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Adar 2024 - 00:16

Dengbêj Mukkades Yildirim ku di sala 1983'yan de ji ber zext û zoriyên dewletê ji mecbûrî ji navçeya Xîzan a Bedlîsê koçî navçeya Miksê ya Wanê kir, ji zarokatiya xwe ve kilamên dengbêjan dibêje. Yildirim, gava 12 salî bûye bi darê zorê bi hevaleke bavê xwe yê 3 caran zewiciye û 7 zarokên wî hene re hatiye zewicandin. Yildirim piştî zewacê zor û zehmetiyên ku hatine serê wê striya û têkoşîna wê ya dengbêjiyê dest pê kir. Yildirim hewl dide çanda dengbêjiyê bidomîne. 

  Dengbêj Mukkades da zanîn ku gava hîn zarok bû û li kuçeyan bi hevalên xwe re dilîst bi zorê hatiye zewicandin û got: "Wê çaxê du kes ji bo tûtinê bifiroşin tên Xîzanê û cendirme jî dane dû şopa wan. Bavê min jî wan tîne malê û vedişêre. Bi vî awayî bavê min û tûtinvan dibin heval. Berî bizewice hevalê bavê min ê tûtinvan dibêje 'Hevjîna min û te her du jî ducanî ne. Heke keç û kur ji wan re çê bibin em ê wan bi hev re bidin zewicandin.' Keçeke tûtinvan çêdibe û diya min jî kurek dibe. Paşê birayê min bi keça tûtinvan re zewicî. Lê piştî hevjîna tûtinvan dimire, ji bavê min re dibêje 'min keça xwe da kurê te û niha jî hevjîna min miriye, dixwazim bi keça te re bizewicim.' Gava bûm 12 salî bi darê zorê bi tûtinvanê 54 salî re hatim zewicandin û her roj tundî li min dikir. 7 zarokên wî hebûn. Hin zarokên wî ji min mezintir bûn. Min bi salan ew xwedî kirin û em bi hev re mezin bûn. Neheqiyeke mezin li min hat kirin. Wê çaxê diviya ez li kuçeyan bûma û min ji xwe re bilîsta, lê min li zarokên ji xwe mezintir nerî û xwedî kir." 

 Jin derdbêj in mêr dengbêj

Dengbêj Mukkadesê got ku ji ber sozên her du malbatan jiyana wê hatiye tarûmarkirin. Dengbbêj Mukaddesê diyar kir ku piştî hatiye zewicandin wê êşa xwe bi kilaman vegotiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ji xwe re dibêjim 'derdbêj.' Jina Kurd derdbêj, zilamê Kurd jî dengbêj e. Ji ber ku jina Kurd, tim ji bo tiştên hatine serê wê, ji bo zarokên xwe, ji bo xweza, qedexeyan, welat û zextan tim zêmaran dilewbîne. Ji ber mafê jinê yê axaftinê tune ye, çi bihata serê wê bi kilaman ve vedigot. Ez jî wisa dikim. Heta niha min 23 kasêt çêkirin. Her wiha min gotinên gelek stranan jî çêkirine. Heke nestrêm wê di dilê min de bibin lod. Axirê di çanda Kurdî de dengbêjî heye, an yan na em jin me dê çawa derd û kulên xwe bianiya ziman? Divê dengbêjî tim hebe." 

Di bin tesîra tevgera Kurd de dimîne

Bi domdarî Dengbêj Mukaddes zehmetiyên zarokatiya xwe bi gotina “Ez keçik bûm, bi dile şikestî” anî ziman û wiha pê de çû: "Min di gelek mijaran de kilam gotin. Min ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî kilamek amade kir. Her çarîneke vê strana min a 8’ê Adarê tê wateyeke cudatir. Dema em zarok bûn em diçûn pîrozbahiyên 8’ê Adarê, lê belê em bi nezanîna girîngiya wê tev li dibûn. Em diçûn qadê, me xwarinên cur bi cur çêdikirin, govend digerand û stranên xwe digotin. Piştî ku min tevgera Kurd nas kir û tê de cih girt 8’ê Adarê ji min re bêhtir xwedî wate bû. Rojek ku wekî ji nû ve dayik bûme, hîs dikim. Piştî ku ez gihiştim vê zanebûnê min biryar da ku der barê 8’ê Adarê û Newrozê de kasetan derbixin. Min stran amade kirin û ez êdî li benda derketina wan im.” 

Vîna jinê li dijî hepskirinê ye 

Dengbêj Mukaddesê da zanîn ku dema ji bo dengbêjiyê biryar dayî, hem hevjîn hem jî malbata wê li hemberî vê yekê derketine û got ku ew ji bo dernekeve televîzyonê û dengê wê neyê bihîstin, hatiye astengkirin. Di berdewama axaftina xwe de Dengbêj Mukaddesê da zanîn ku ew li hemberî feraseta ku jinê di malê de heps dike derdikeve û destnîşan kir ku vîna jinê ya ku li dijî vê ferasetê hepskirinê derdikeve, her ferasetekê perçe dike û got: “Divê her jineke Kurd xwedî li 8’ê Adarê derbikeve û wê rojê li kolanan be. Divê 8’ê Adarê qad bi stran, tililî û çepikan were tijekirin.”

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.