Yadê Şenyaşar li ber xwe dide

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:09

Yadê Emîne Şenyaşar ku AKP’yiyan hevjîn û du kurên wê kuştibûn berxwedana xwe ya ji bo dadê di roja 68’an de didomîne.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 68’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza dadê kir.

Partiya Lîberal, Weqfa Wijdanê, Bav-Der, Platforma KHK'ê ya Enqereyê û Komeleya Înîstaya Mafan serdana Nobeda Edaletê kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Lîberal Zubeyir Gulabî destnîşan kir ku dê tim li cem têkoşîna Emîne Şenyaşarê bin.

Emîne Şenyaşar piştî fitariyê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî meclîsê bû.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.