Girtiyê nexweş tedawî nakin

În 5 Nîsan 2024 - 00:30

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Nacî Acar giran dibe. Xwişka Nacî Acar Nebahat Acar xwest, birayê wê tavilê bê berdan ku karibe bê dermankirin.

Nebahat Acar anî ziman ku beriya mehekê hevjîn û zarokên Nacî Acar çûn dîtina wî û diyar kir ku nexweşiya Acar giran bûye.Girtiyê bi nexweşiya giran Nacî Acar di sala 1983'an de ji dayik bû. Ji sala 2016'an û vir ve girtî ye. Destpêkê li Girtîgeha bi Tîpa F a Wanê dihate hiştin, piştre sirgûnî Girtîgeha Oltû ya Erzîromê hate kirin. 

Nikare tevbigere

Acar ku bi nexweşiya epîlepsî, Tîp2 diyabet e û ji sedî 52 astengdar e, nexweşiya epîleptîk lê giran bûye, ji ber nexweşiya diyabetîk jî nikare tevbigere, lê tevî vê jî nayê dermankirin. Xwişka Nacî Acar Nebahat Acar anî ziman ku hevjîn û zarokên Nacî Acar beriya mehekê çûn dîtina wî û diyar kir ku di rewşeke welê de ye ku nikare li girtîgehê bimîne, nexweşiya wî gelekî giran bûye.

Nexweşiyê lê giran kiriye

Acar got, "Dema ku dermanên xwe dixwe bêyî îradeya xwe hem zerarê dide xwe hem jî zerarê dide hevalên li derdora xwe. Ev derman bandorê li hişê wî dike. Rapor hene ku nîşan didin, nexweşiya wî gelekî giran bûye. Nexweşê şekir e, dest û lingên wî diwerimin. Dema ku hate binçavkirin ji ber ku ji çoka xwe birîndar bû, nikare lingê xwe baş bi kar bîne, dibe ku lingê wî bê jêkirin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.