Xortê 22 salî qetil kirin

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 22:18

  • Hate ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ciwanekî Ereb li gundê Eyn Dîwerê qetil kir.

Hate ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ciwanekî Ereb li gundê Eyn Dîwerê qetil kir.

Li gorî ANHA’yê, Yehya Dexîl ê 22 salî yê Ereb ji gundê Wanikê yê navçeya Dêrikê bûye. Gava ku wî hewl da ji Eyn Dîwerê sînor derbas bike û biçe Bakurê Kurdistanê, li ser pira Bafidê, leşkerên Tirk yekser gule lê reşandin û ew di cih de qetil kirin.

Xelkê gundê Eyn Dîwerê cenazeyê Yehya Dexîl bire nexweşxaneya Wetenî ya li Dêrikê. 

DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.