´Xizmeta dewleta Tirk neke´

În 12 Mijdar 2021 - 23:31

  • Nobetdarên li Sêmalka ji PDK´ê xwestin êdî xizmeta dewleta Tirk neke. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Qamişloyê, Rîm Îsa jî got, divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û helwêsta xwe derbarê hevkariya PDK'ê bi faşîzma Tirk re zelal bike.

Kongra Star a herêma Cizîrê di çalakiya konvedanê ya li ber dergehê Sêmalka de, xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi dijminên gelê Kurd re ji bo pêkanîna berjewendiyên hizbî yên teng, şermezar kir. 

Li ber deriyê sînor Sêmalka, ji bo ku malbatên şehîdan karibin cenazeyên zarokên xwe wergirin, nobeta xwe dewam dikin. Nobet îro di roja 40´î de dewam dike. Malbat dixwazin cenazeyên zarokên wan ên di kemîna hêzên PDK´ê de li Xelîfanê 28-29´ê Tebaxê de şehîd bûn wergirin. Malbat beriya niha du caran hewl dan biçin aliyê din ê sînor û bi rayedarên PDK´ê re bipeyivin, lê PDK´ê ev daxwaza malbatan red kir. Malbat jî bi israr in ku çalakiya xwe heta ku cenazeyên wan bidin wan, dewam bikin.  

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê û dayikên şehîdan ji bo şermezarkirina helwêsta PDK´ê ku cenazeyên şehîdên li Xelîfana li herêma Metîna ya Başûrê kurdistanê radestî malbatên wan nake, çalakiya konvedanê di roja 40´î de dewan dikin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), çekdarên PDK'ê di 28-29'ê Tebaxê li navçeya Xelîfanê ya li herêma Metînayê, kemînek danî li ber komeke gerîla ya ji 7 şervanan. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek bi birîndarî dîl hate girtin û gerîlayek bi saxî vegeriya cihê xwe. 

Endamên Kongreya Star, doh sibehê çûn herêma Cizîrê da ku piştgiriya xwe bi nobetdaran û malbatên şehîdan re nîşan bidin.

Li dijî hevkariya PDK´ê ya bi dijmin re 

Endamên Kongreya Star ji meydana dergehê Sêmalka, berê xwe dan deriyê Fîş Xabûr (Pêşxabûr), yanî aliyê Başûr ê sînor.

Beşdarên çalakiyê wêneyên şehîdên Xelîfanê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star bilind kirin û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla gotin.

Li deriyê Fîş Xabûr piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê, Rîm Îsa axivî: "Em her kesa ku beşdarî çalakiya konvedanê bûye û piştgiriya malbatên şehîdan kiriye, silav dikin."

Rîm Îsa wiha dewam kir: "Cihê mixabiniyê ye ku sînorên dijmin xêz kirine, li pêşiya gelê Kurd bê girtin da ku wan parçe bike û yekitiya wan ji hev bixe."

Xiyaneteke ji berê ve

Rîm Îsa diyar kir ku çalakiya konvedanê di meha xwe ya duyemîn de dewam dike û PDK hê jî bêdeng e. Wê got, ji ber vê yekê divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û helwêsta xwe derbarê hevkariya PDK'ê bi faşîzma Tirk re zelal bike.

Rîm Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku PDK'ê di şerê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li gorî berjewandiyên wê kar dike û wiha dewam kir: "Ev xiyanet ne nû ye. Ji ber vê yekê her kes hevkariya PDK'ê bi Tirkiyê re ya li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gerîla, dizane."

Rîm Îsa di dawiyê de bang li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê kir da ku li ber êrişên li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi faşîzma Tirk re, yekitiya xwe ava bike.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.