Xizan ji bajaran tên derxistin
Yekşem 23 Tîrmeh 2023 - 13:32
Veguherîna bajaran li Tirkiyeyê, bi taybetî li bajarên mezin ên wek Enqere, Stenbol û Îzmîrê destpê bû, propaganda hate kirin ku wê xaniyên qewîn ên li hemberî erdhejê bêne çêkirin. Lê xuya bû projeya dûrkirina xizan, Kurd, Romen û koçberan ji nava bajaran e.
Di pêvajoya veguherîna bajaran de hat diyarkirin ku piştî çêkirina xaniyan, wê bidin xwediyên wan û ew ê di xaniyên biewlehîtir de bimînin, lê ku xwediyên xaniyan xaniyên xwe firotin, bi buhayekî giran cardin firotin wan.
Taxan krîmînalîze dikin
Sala 2005’an piştî derketina biryara veguherîna bajaran di serdema desthilatdariya AKP’ê de, cihek ji cihên pêşîn ku veguherîn lê hat kirin, Sûlûkûle ya li ber sûrên Deriyê Edîrneyê bû. Li Sûlûkûleyê ku bi tevahî ji civakê hat îzolekirin, wek cihekê bi tirs behsa wê ji civakê re hat kirin. Destpêkê bi rêya qanihkirinê, bi pişt re bi derxistina ji xaniyan bi zorê, Romen derxistin derveyê bajêr, birin cihekê din. Piştî qewlekî bi şûn de derket holê ku kes û şirketên xanî kirîne AKP’yî ne, xizmên parlamenterên AKP’yî ne lê tiştekê kirinê nemabû.
Mantiqê krîmînalîzekirina cihên wê bên xerakirin, bi salan bi şûn de li Fetîhtepeya Okmeydanê û Hacihusreva Beyoglûyê pêk anî û gihîştin armancên xwe. Fetîhtepe ya Okmeydaniyê di vî warî de mînakeke giring e. A. T. ku pêvajoya xerakirina li Fetîhtepeyê dîtiye û niha ji neçariyê li cihekê dûrê bajêr dijî, wiha behsa dema xerakirinê kir: ‘’Xelkê taxê bi piranî AKP’yî bû. Polîs li taxê tim diçûn û dihatin. Lê bi destpêbûna pêvajoya xerakirina taxê re bi carekê yên tiryakê difiroşin zêde bûn. Kesên me hîç ne nas nedikirin çek di ber de digeriyan, polîsan pê dizanî jî midaxele nedikir. Dizî bi carekê zêde bû. Gava ew derdiketin polîs nediketin nava taxê.’’
Tax ji binî xera kirin
Ferhat ku ji çêbûna xwe ve li Taxa Hacihusrevê dijî, wiha behsa qewimînên pêvajoya xêrakirinê kir: ‘’26 salî me, li vir çêbûme û mezin bûme. Tişt bi salan berê li vir qewimîn. Ji bo vê derê wek navenda tiryakê, cihekê tirsnak ku mirov nekare bikeve nîşan bidin, tiştên ji milên wan hatin kirin. Bi pişt re Polat Holdîng hat vir, mal bi mal geriya û xwest ku xaniyan pir kêmê buhayê ku heq dikin bistîne. Hinekan firot, lê piraniya xelkê taxê nefirot. Lewra cihekê mirov biçûya nîn bû. Dawiya dawîn di bin navê giştîkirinê de dest dan ser xaniyên me û xera kirin. Neçar mam ku biçim Mersînê. Taxa min ji binî ve tune bû.’’
Guherîn bidestê TOKÎ ye
Veguherîna bajaran li Tirkiyeyê, pergaleke bi pirsgirêk e; bi salan e tê niqaşkirin. Li gor qanûna veguherîna bajaran, xaniyên 30 û seriya 30 salî divê li dijî rîska erdhejê veguherînin û bidin xwediyên wan, lê AKP’ê ‘Giştîkirina bi lezgînî’ ya di vê qanûnê de bi kar anî û pêşî dest bi xerakirina xaniyên xizanan kir. Xaniyên li vir ku divê xwedî tu pereyî nedin û dewlet bide wan, li gor şertên aboriyê yên hingê buhayek jê re hat danîn , erse û xaniyên wan bi buhayekê giran kirî û ew kirin deyndar. Lê AKP’ê, xaniyên li cihê çîna navîn û dewlemend lê dijiyan, yek bi yek bi qanûnan kir û xanî cardin dan xwediyên wan.
Li gor daneyên sala 2019’an, di çarçoveya pêkanîna veguherîna bajaran de ku TOKI’yê bi rê ve biriye, 204 proje hatine amadekirin û bi van projeyan dest bi sererastkirin 104 hezar û 653 xaniyan hatiye kirin. Lê li gor daneyan, li navçeyan, cihê xebat pêşî dest pê bûye cihên xizan û karkeran in. Daneyên salên bi pişt re baş xuya nabin.
ANF/STENBOL