Şerê Îsraîl-Îranê gef e
Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:15
Hevserokê Amedê yê DBP'ê Ahmet Dogan anî ziman ku şerê Îsraîl-Îranê di serî de Tirkiye li ser tevahiya herêmê gefek e û got, Yekane rêya rizgariya ji vî agirî lihevkirina li ser bingeheke rast a bi gelê Kurd e.
Şerê Îsraîl-Îranê di serî de Tirkiye, Iraq û welatên Kendavê wê bandorê li welatên Rojhilata Navîn bike û bandoreke mayinde li ser herêmê bihêle. Di atmosfereke bi vî rengî de bal çû ser wan welatan ku bi zextê bersivê didin daxwazên demokratîkbûnê.
Hevserokê Amedê yê DBP'ê Ahmet Dogan şerê navbera Îran û Îsraîlê, bandora vî şerî li herêmê nirxand.
Ahmet Dogan anî ziman ku li Rojhilata Navîn gelek tişt gelekî zû diqewimin û got, "Polîtîkayeke dîzaynê dewam dike ku bi Şerê Kendavê destpê kir. Tê dîtin ku li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye, paradîgmaya netewe dewletê îflas kiriye û gomlekê lê hatiye kirin êdî ji Rojhilata Navîn re teng e. Ji ber ku sînor û polîtîkayên ewlekariyê li pêşiya sermayeya global dibin asteng, lewma pêvajoyeke nû ya dîzaynê heye. Rastiyeke cîhanê heye ku polîtîkayên xwe dispêre hilberîna zêde tê terikandin. Weke ku tê zanîn şerê bi Kendavê re destpê kir bi Fîlîstîn, Sûriye, Iraq û Lubnanê dewam kir. Bi lêdana Îsraîlê ya li Îranê re lingê sêyemîn ê dîzaynkirina Rojhilata Navîn pêk were. Her kesî baş zanîbû ku wê li Îranê bê xistin. Ji ber vê yekê di Cotmehê de Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî Koma DEM Partiyê kir, xwedî van fikaran bû. Bi banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê re biryara çekdanînê ya PKK'ê hate wergirtin. Şerê Îran-Îsraîlê di serî de Tirkiye li ser tevahiya herêmê gef e. "
Ahmet Dogan destnîşan kir ku şerê destpê kiriye, careke din çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ferz kiriye û got, "Bi taybetî li hemberî gelê Kurd sûc hatin kirin, zext, sirgûn û girtin hate kirin. Baskê dewlet û hikumetê bi vê yekê baş zanin: Soza Rêberê Gelê Kurd teqez e. Li Rojhilata Navîn yekane kesê ku niha bawerî bi gotina wî tê, Rêberê Gelê Kurd bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê Tirkiye hîn bêhtir dereng nemîne. Eger bi gelê Kurd re li hev bike, hingî em ê hemû bi hev re ji dojeha Rojhilata Navîn rizgar bibin. Lewma eger Tirkiye bi Kurdan re li ser bingeha rast yekîtî û têkiliyê ava bike wê ji şer rizgar bibe. Naxwe em di pêvajoyeke gelekî bi rîsk de ne. Yekane rêya rizgariya ji vî agirî lihevkirina li ser bingeheke rast a bi gelê Kurd e."
ANF/AMED