Me ev bedel ji bo azadiyê da
Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:40
Hurşe Gurdal, li gundê Oremarê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Dema 6 salî, tevî malbata xwe çûn mezraya Zereneyê ya Oremarê. Hurşe Gurdal, bi xizmê xwe Devalî Gurdal re zewicî û zêdetirî 30 salan li vir jiyan. 7 zarokên Hurşe Gurdalê hene û hevjînê wê ji ber zextên dewletê tev li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. Devalî Gurdal, di sala 1985’an dema endamê HRK’ê bû, di şerekî li herêma Cîloyê şehîd bû. Piştî şehadeta Devalî Gurdal, zextên ser malbatê û zarokên wî zêde bûn û kontrayan gef lê xwarin. Endamên malbata Gurdal gelek caran rastî îşkence û miameleya xerab hat û piştre koçberî navenda Geverê kir. Piştî bav Gurdal şehîd bû, kurê Hurşe Gurdalê Macît Gurdal (Zinar Gever) jî di sala 1994’an de tev li PKK’ê bû û di heman salê de şehîd bû.
Baweriya me bi dewletê nîne
Hurşe Gurdalê diyar kir ku tevî ewqas êşan jî ew hêj di aştiyê de israr dikin û got:“Pêvajoyek heye lê hêj gavên şênber nînin. Ma aştî bêyî gavavêtinê dibe? Piştî wan tiştên me bi çavên xwe dîtî û jiyayî, baweriya me bi dewletê nîne. Ji ber ku gavên şênber neavêjin, aqilê min jê nabire û baweriya min pê nayê.”
Hurşe Gurdal, destnîşan kir ku gava ewil a şênber jî divê berdana girtiyên siyasî be û got:“Daxwazên me zelal in. Bila deriyên girtîgehan vekin. Bila Rêber Ocalan li Meclisê biaxive. Ev jî yek ji gavên şênber e. Divê ew jî mîna lîderên din fikrên xwe azad vebêje. Divê ewqas bedelên hatine dayin vala neçin. Ev bedel bêşert nehatin dayin. Ewqas bedel, ji bo jiyaneke azad û aştiyê hatin dayin.”
Em jiyaneke azad dixwazin
Hurşe Gurdal, nerazîbûn nîşanî neavêtina gavên şênber da û got:“Gelo rayedar qet ji xwe pirsin, ma ewqas mirin vala bûne? Ma napirsin ka çima ewqas êş hatine kişandin. Tenê yek sedema ewqas êşên Kurdan kişandin heye, ew jî jiyaneke azad e. Li şûna feraseta dibêje ‘heta em tolê nehilînin naskinin’, em aştiyê diparêzin. Gelê me bi mirin, bi kuştinê xelas nabe. Em li hemû dinyayê belav bûn. Bi şer tiştek bi dest nayê xistin. Divê hemû Kurd azad bijîn, mecliseke wan hebe ku fikr û ramanên xwe bi awayekî azad vebêjin. Em, jiyaneke ku em bi azadî ziman û çanda xwe dijîn dixwazin.”
Em ji Ocalan bawer in
Bi domdarî Hureş Gurdal destnîşan kir ku divê şert û mercên xebatê yên Rêber APO bên başkirin û got:“Di vê pêvajoyê de baweriya me tenê bi birêz Ocalan tê. Hêvîdarim mîna sedsal berê me dîsa nexapînin. Li dijî vê divê em bibin yek. Divê Kurdên li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê yekitiya xwe ava bikin. Heta em nebin yek em ê tiştekî bi dest nexin. Rêya aştiyê, girêdayî yeıkitiyê ye. Ji roja min hevjîn û kurê xwe windakirî heta niha ez bi biryara xwe dilsoz im, 37 sal in girêdayî soza xwe me. Ew ê heta dawiyê wiha be. Heta em Kurd negihijin armanca xwe em ê dev ji têkoşînê bernedin. Gotin bila PKK çekan berde û PKK’ê jî têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Baş e dê dewlet çi bike? Dê çi gavan biavêje? Her ku em dibêjin aştî, ew di şer de israr dikin. Aştî wiha nabe. Bila şer bidin sekinandin û ji bo vî gelî gavan biavêjin. Ji bilî aştiyê em tu tiştekî naxwazin.”
MA/MAZLÛM ENGÎNDENÎZ