Dibe li meclîsê komîsyon bê avakirin

Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:50

  • Derbarê avakirina komîsyonê, mîsyona wê, geşedanên li herêmê tên jiyankirin, helwesta desthilatdariyê û gavên pêwîste bê avêtin de, Parlementera Rihayê ya DEM Partî û endama Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Dîlan Kunt Ayan ji rojnameya ve re axivî.

AZÎZ ORUÇ / STENBOL

Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku piştî Numan Kurtulmuş weke serokê Meclîsê hate hilbijartin, tişta destpêkê anî ziman, avakirina komîsyoneke li meclîsê bû û ev yek hercarê got, di serdanên partiyên siyasî de jî ev yek anî ziman û wiha got:’’Di mijara divê ev kar neyê derengxistin de, her alî hemfikir e. Ango ev kar biqasî ku bê derengxistin, beşên ku naxwazin komîsyon bê avakirin, pêvajo pêşnekeve, îhtîmala sabotekirina wan a pêvajoyê gelekî zêde ye. Li hemberî vê yekê, beşeke mezin a meclîsê, dixwazin ku demek ji demekê zûtir, ev komîsyon bê avakirin. Tenê derbarê usilê de, ango wê rengê wê çawa be, rêbaza wê çawa be, nîqaş dewam dikin. Ji ber vê yekê di vê qonaxê de, beriya ku meclîs bê girtin, îhtîmaleke mezin, komîsyonek bê avakirin. Bi eşkereyî em dixwazin bibêjin, em difikirin ku beriya meclîs bê girtin, wê ev komîsyon bê avakirin.’’

Meclîsê rolê xwe nedît

Ayan destnîşan kir ku ji roja ku pêvajoyê destpêkiriye, ango banga Rêber APO pêk hat, kongreya PKK’ê hate lidarxistin, biryara fesihkirinê hate girtin, lê tevî vê jî meclîsê gavên pêwîst neavêt û rola pêwîst nedît. Li meclîsê komîsyonek jî nehatiye avakirin û ev yek îspata vê yekê ye û got:’’Ger beriya girtina meclîsê komîsyon bê avakirin, tê wê wateyê ku meclîs êdî di dewreyê de ye. Bi avakirina komîsyonê, wê bi lezgînî xebatên xwe bimeşîne. Heta sala nû ya qanûndanînê, wê bi lezgînî xebatên xwe temam bike û sererastkirinên qanûnî bîne desteya giştî. Ev ê were wateya fermîbûnê. Lê heta vê kêliyê jî  rêveçûneke cidî nîne. Lê ji bo me li aliyekî têkoşîna me ya ji bo vê yekê dewam dike, tiştên pêwîste dewlet pêk bîne, em dibêjin, li aliykî din jî ji bo pêvajoya muzakereyan dewam bike, em hewl didin. Em li bendê bûn ku dewlet jî meclîs jî, hîn bi leztir tevbiger, reflekseke leztir nîşan bide. Lê li holê hêdîbûnek heye. Bêguman ev nayê wê wateyê ku pêvajo bidawî bûye. Ji bo gavên pêwîst bên avêtin û qanûn bên çêkirin, heta kêliya dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Qanûnên pirsa Kurd kûr dikin hene

Ayan da zanîn ku mijarên ji bo çareseriyê, aştiya li Tirkiyê û çareseriya pirsa Kurd, destpêkê divê komîsyon bê avakirin û gavên jiyanî yên li meclîsê bên avêtin hene, qanûnên ku pirsa Kurd kûr dikin hîn jî weke xwe mane û gelek qanûnên girîng jî nayên bikaranîn û got:’’Peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine, madeya 90’î ya destûra bingehîn heye. Peymanên navneteweyî temamê qanûnên neteweyî girêdide. Lê mixabin weke em li Tirkiyeyê dibînin, biryarên dadgeha destûrabingehîn jî nayên pêkanîn. Li Tirkiyeyê pêşengên tevgera siyasî ya Kurd ku siyasetê dikin, hîn jî girtî ne. Ev ji ber pêkneanîna qanûnan wiha dibe. Destpêkê divê dawî li vê yekê bînin. Ya din jî hîn qanûnên ku pirsa Kurd kûr dikin hene. Ev çi ne? Qanûna Têkoşîna li dijî terorê ku dibin sedema cihêkariyê, kesên ku siyasetê dikin, daxuyaniya çapemeniyê didin, endamên partiyên siyasî ne dixine girtîgehan e. Gelek qanûnên ku pirsa Kurd kûr dikin hene. Ji ber vê yekê di rastiyê de bi avakirina vê komîsyonê, em hêvî dikin ku ji bo rakirina van qanûnên ku pirsa Kurd kûr dikin, xebat bêne kirin. Em li bendê ne ku derbarê hemû qanûnên ku pirsa Kurd kûr dikin, bêne guhertin.’’

Dewamkirina pêvajoyê girîng e

Ayan da zanîn ku tevî hertiştî berdewam kirina pêvajoyê ji bo wan erênî ye û got:’’Rastiyeke şer a 52 sal in dewam dike heye. Bi banga birêz Abdullah Ocalan deriyek hate vekirin. Em ketine pêvajoyeke guherîn û veguherînê. Em dibînin ku birêz Ocalan gelekî bi hêvî ye û bi bawerî vê pêvajoyê birêve dibe. Bêguman ev yek ji bo me telekî bi qîmet û girîng e. Demeke dirêj e ango ji dema temsîla me ya li parlementoyê heta niha, ji du gotinên me yek jê aştî ye. Ji bo aştiyeke mayînde, pêwîst bû zemîneke muzakereyê, maseyeke muzakereyê bê danîn. Bi banga 27’ê Sibatê em ketin pêvajoyeke bi vî rengî û ev yek rewşeke erênî ye. Bêguman her pêvajo li gorî xwe zehmetiyên xwe hene. Lê hîn zû ye ku mirov bibêje % 100 ev pêvajo gîhîştiye çareseriyekê. Ji 27’ê Sibatê heta niha ev pêvajoya ku ji aliyê birêz Ocalan hatiye vekirin, pêvajoya ku aştî tê axaftin û muzakere dewam dikin, ji bo me erênî ye.’’ 

Ji bo çareseriyê gav pêwîst in

Ayan di dawiyê de destnîşan kir ku dema mirov li şerê Îran û Îsraîlê dinêre, li hemû geşedanên li herêmê temaşe dike, banga 27’ê Sibatê gelekî bi qîmet e û got:’’Înkara Kurd a 100 sal in didome, tekoşîneke 52 salan heye û birêz Ocalan deriyek vekir. Em difikirin ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û birûmet pêk bê, divê helwesteke hevpar hebe. Bêguman ji aliyekê muzakere dewam dikin, divê dewlet jî desthilatdarî jî, gavên pêwîst bavêjin. Heta gav neyên avêtin, ew ê pirsgirêk jî çareser nebe. Çiqasî bi lez gav bên avêtin, ew ê çareserî jî bi lez be. Em bang li herkesê dikin, ji bo çareseriyê gavan bavêjin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.