Şerê Îsraîl-Îranê di roja 9’an de ye
Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:20
Şerê di navbera Îsraîl-Îranê de ku bi êrişa Îsraîlê destpê kir, di roja xwe ya 9’an de dewam dike. Îsraîlê duh bi şev gelek herêmên Îranê bombebaran kir, danê siharê jî Îranê Îsraîlê bombebaran kir.
Di 13 mehê de Îsraîlê li dijî Îranê êrişek berfireh da destpêkirin, şerê di navbera Îran-Îsraîlê de ku bi êrişa Îsraîlê destpê kir, di roja 9’an de bi êrişan dewam dike.
Li gorî Artêşa Îsraîlê, Îranê danê siharê gelek mûşek avêtine bajarê Beerşeba ya li Başûrê Îsraîlê.
Li gorî medya Îsraîlê di encama êrişa danê siharê ya li ser bajarê Beerşeba ya Îsraîlê de, 5 kes birîndar bûne û derûniya gelek kesan ji xirab bûye.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, duh bi şev balafirên Îsraîlê Tahranê bombebaran kirine. Tê gotin Îsraîlê duh bi şev bi 60 balafiran êriş biriye ser gelek cihên leşkerî yên li Îranê. Li gorî medya Îsraîlê li Tahranê navenda pîşesaziyê ya girêdayî Wezareta Parastina Îranê ku mûşekan çêdikin, hatine hedef girtin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN