
- Hunermend Beyan Mecîd di çarçoveya Yekemîn Dîdara Zanistî ya li ser Siyaseta Çandî de pêşangehek çandî ya karên dest vekir. Beşdarvanên dîdarê diyar dikin ku ji ber serdema dijîtalbûnê û xwedîderketina li çanda gelên din, çanda Kurdî di metirsiyê de ye, divê giringî pê were dayîn.
Li otêla Ramada ya li bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Çanda Rizgarker’ Yekemîn Dîdara Zanistî ya li ser Siyaseta Çandî, hat lidarxistin, îro jî dîdar didome. Hunermend Beyan Mecîd ku 20 salin şêwekare, bi vekirina pêşangehekê tevlî dîdarê bû.
Beyan Mecîd di derbarê vekirina pêşangehê de ji Rojnews’ê re axivî û got: “Wêneyê pêşangehê diyalogeke têkildarî dema borî û siberojê ye ku di navbera karê dest û hişê çêkirî de ye. Wisane ku resentiya çanda Kurdî bi rêya hunera hemdem ve were zindî kirine.”
Beyan Mecîd têkildarî parastin û zindî hiştina çanda Kurdî got: “Bi rêya şêwekariyê min hewl daye mijarên girêdayî mîrateya çandî di nav karê xwe yê hunerî de bicih bikim. Min hertim çanda Kurdî bi çanda hemdem ve girêdaye. Lê li gor min divê mirov vê astê jî derbaske û ber bi hunera dijîtalî ve pêngav bavêje. Yek ji armancên min ên vekirina vê pêşangehê jî ewe nîşan bidim ku hunera hemdem ber bi dijîtalbûnê ve diçe.”
Hunermend Beyan Mecîd da zanîn ku divê di hemû karên hunerî de cih bi çanda Kurdî bê dayîn û bê cîhanî kirin. Beyan got: “Xezîneya çanda Kurdî gelek dewlemende û divê were parastin.”
Çanda Kurdî û metirsiya li ser
Mamostayê Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine Dr. Necmedîn Cebar ku tevlî dîdarê bûye, hişê çêkirî wek metirsiyek mezin li ser çanda Kurdî bi nav kir û ji bo parastina çanda Kurdî got: “Ji ber serdema dijîtalbûnê û xwedîderketina li çanda gelên din, çanda Kurdî di metirsiyê de ye. Bi taybetî ji aliyê ciwanên Başûr ve hişyariyek rast ji bo parastin û nasandina çanda Kurdî nîne. Çi di warê perwerdê, çi di warê ferhengî çi jî di warê çalakiyan de, rengê hertiştî pêve heye, lê tenê çanda resen a Kurdî nîne.”
‘Divê xebatên li Rojava li hemû Kurdistanê belav bibin’
Dr. Necmedîn Cebar got ku ger ev rewş bi vî rengî berdewam bike, metirsiya tinebûna çanda Kurdî heye û got: “Divê mirov bi cesaret vê yekê bîne ziman ku nasîna derd nîva dermane, em behsa derd dikin, valatiyek zêde di tinebûna çand û ferhenga Kurdî heye. Ji bona wê divê bi rêya desthilat û yasayê rê li vê çendê were girtin.” Di dewama axaftina de Dr. Necmedîn Cebar îşaret bi rewşa Bakurê Kurdistan û Rojava jî kir û got: “Nabe em ji bîr bikin ku Bakurê Kurdistanê ev 80’ê salin di jêr înkarê de ye, lê pêşketina çandî tê dîtin. Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê jî derket cihê matmayînê ye, bi taybetî xebat û têkoşîna ku li Zanîngeha Kobanê heye, divê li beşên din ên Kurdistanê jî hebe.”
‘Girîngiyê bidin çanda xwe’
Hunermend Şine Ebdullah jî di derbarê rola malbat û perwerdê ya di parastina çanda Kurdî de kir û got: “Pêwîste em hemû di nava malbata xwe de dest bi parastina çanda Kurdî bikin, çi bi rêya ziman, çi bi rêya kevneşopî çi jî bi rêya cilûberg dibe. Pêwîste em zarokên xwe hîn ji temenê biçûkahî de li ser resentiya çanda Kurdî mezin bikin.” Hunermend Şine Ebdullah da zanîn ku çand nasnameya herî mezin a gelaye û got: “Ger mirov rêz li çand û rêûresman negire, tê wata ku mirov rêz li kesayetî û netewa xwe jî nagire. Ji bona wê divê mirov ji çanda netewên din zêdetir giringiyê bi çanda xwe bide. Divê dayîkên Kurd zarokên xwe li ser şêwazê çandî û netewî perwerde bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ













