Li Qamişlo ‘Mihrîcana Wênegiriyê’ tê lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Hezîran 2026 - 16:30

  • Yekîtiya Wênegirên Sûriyeyê “Mîhrîcana Wênegiriyê” ya 2`yemîn dê 20-21`ê Hezîranê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar bixe. Di mîhrîcanê de dê 135 fotografên wênegir û rojnamevanan bên nîşandan.

 

Derbare amadekariyên mîhrîcanê de hevserokê Yekîtya Wênegirên Sûriyeyê Ehmed Mardenlî axivî û got: “Wêngir ji Rojava, bajarê Helebê, Bakur û Başûrê Kurdistanê tev li mîhrîcanê dibin. Derdora 47 wênegir ji Rojava û Heleb xwestin tev li mîhrîcanê bibin, me wêneyên 36 wênegiran qebûl kirin. Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî 13 wênegiran xwest tev lê bibin, ji wan jî me wêneyên 10 wênegiran qebûl kirin.”

Mardenlî got wan hewl da ye ku wênekêş ji herêmên dîtir ên Sûriyeyê jî tev lê bibin û wiha pê de çû: "Lê wan ji ber şert û mercên herêmên xwe nikarî tev li mîhrîcanê bibin. Di mîhrîcana yekem de wênekêş ji Şam, Heleb û Laziqiyê tev lê bûbûn.” Mardenlî ji bo şertên tevlêbûna mîhrîcanê got: "Divê çawaniya wêneyan baş be û peyameke xurt tê de hebe."

Xelatên Mihrîcanê

Ji bo belavkirina xelatan jî Mardenlî wiha axivî: "Îsal xelatên mîhrîcanê bi navê şehîd Seyîd Evran û li ser du beşan tên belavkirin. Beşa yekem wênegirên Rojava ne û beşa duyem wênegirên derve ne. 4 xelat (2 xelat ji bo çîrokên wêneyî û 2 xelat ji bo wêneyên herî baş) dê werin dayîn."

Şehîd Seyîd Evren di perwerdekirina rojnamevanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kedeke mezin daye û 22`yê Îlonê 2023`yan şehîd bû û li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo spartine axê.

Her wiha di mîhrîcanê de dê pêşangeha kamereyên kevn hebe û piştî ku mîhrîcan bi dawî bibe dê ji bo wênegiran panelek were lidarxistin. Mîhrîcana yekemîn sala 2024`an hate lidarxistin û ya duyemîn jî ji ber şert û mercên Sûriyeyê hatibû taloqkirin. ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.