
- Nivîskar Suphî Îzol pirtûka xwe ya nû ya bi navê ‘Eşîra Îzol’ li Weşanxaneya Payîzê ya li Amedê ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Nivîskar Suphî Îzol pirtûka xwe ya lêkolînê ya nû ya bi navê ‘Eşîra Îzol’ ku li ser kok, dîrok û belavbûna yek ji eşîrên herî mezin a herêmê hatiye amadekirin, li Weşanxaneya Payîzê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji bo xwendevanên xwe îmze kir. Gelek kes beşdarî bernameya îmzeyê bûn. Suphî Îzol piştî pirtûk îmze kir, li ser dîroka eşîrê ya hezar û 100 salî, serhildanên serdemên borî û encamên lêkolînên xwe yên li ser dîroka devkî nirxandinên girîng axivî.
Nivîskar Suphî Îzol di axaftina xwe de bal kişand ser kok û dîroka eşîrê û diyar kir ku herêma navbera Amed û Mêrdînê di serdema Merwanî de ya wan bûye. Suphî Îzol da zanîn ku di şerê Qudsê de leşkerên Selahedînê Eyyûbî ligel wan bûne û ev tişt anî ziman: “Eşîra Dilovan taybetmendiyên herî girîng ên vê herêmê, wekî Mezopotamyayê dijî. Îro jî piranî li Amed, Qerejdax, Riha, Mêrdînê ye, heta ji binê Mêrdînê derbasî binxetê, Dirbêsiyê dibe. Her wiha ji Dêrsîm heta Semsat, Kehta, Besnî, Sincik û Kîlîsê jî piranî hene.”
Suphî Îzol herî dawî li ser ziman û xebata xwe ya lêkolînê rawestiya û diyar kir ku piranî bi Kurmancî diaxivin, lê li herêmên wek Çêrmûg, Sêwreg, Dêrsîm û Pilorî zaravayê Dimilî diaxivin û wiha bi dawî kir: “Di vê xebatê de min zêde li ser belgeyên Osmanî, Îranê û Ereban lêkolîn kir, piranî arşîv in. Dûre jî min cih daye dîroka wan a devkî jî. Piranî û belge û dîroka devkî ji xwe hevdu digirtin. Ev xebat nîşan dide ku dîroka Kurdan ku ji eşîran pêk tê, gelek eşîrên din jî di vê de hene.” AW/AMED
***
Belgefilma ‘Kî Me Ez?’ li Stockholmê tê nîşandan
Derhêner Esîn Akgul li ser jiyana helbestvanê navdar Cegerxwîn belgefîlmekê amade kir. Belgefîlm cara yekê 20'ê vê mehê wê bê nîşandan.
Derhêner Esîn Akgul berê çend belgefîlm çê kiribûn, niha li ser jiyana Cegerxwîn belgefîlmeke nû çêkir û temam kir. Belgefîlmê ku çêkerê wî Bêje Fîlm e, 20'ê vê mehê li Hallunda Folkets Hus a li Stockholma Swêdê bi galayê cara yekê dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Esîn Akgul di belgefîlma "Kî Me Ez?" de bi ser jiyana Cegerxwîn re balê dikişîne ser, serdema wêjeya kurdî ya wê demê. Di belgefîlm de jiyana helbestvanê nemir Cegerwxîn ya ku hem di warê wêjeyê, hem di warê têkoşînê de bandoreke xurt li ser kurdan çêkiriye derdikeve pêşberî temaşevanan.
Ev çend sal in Akgul li ser vî belgefîlmî dixebite. Ji bo vê ligel malbata Cegerxwîn, hunermend Ciwan Haco, helbestvanê nemir Ehmed Huseynî û her wiha gelek nasên wî û nivîskar hevdîtin pêk aniye û ew tevlî belgefîlm kiriye.
Derhêner Esîn Akgul berê bi navê "Min Kîyim" belgefîlmê xwe yê pêşî li ser eşîra Şêxbizeyniyan di navbera salên 2010-2012'an de li Tirkiyeyê kişandibû. Dûre bi navê "Lêger" li ser koçberî û dîroka kurdên Anatoliya Navîn li Ewropayê di navbera salên 2021-22'yan de kişand. Niha jî belgefîlmê "Kî Me Ez?" lê zêde kir. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Zarokistan kete betlaneyê
Zarokistana Xalxalok û ya Perperike ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de dixebitin, li ÇandAmedê şahiya betlaneya perwerdehiyê ya dawiya serdemê li dar xistin.
Di şahiyê de xwendekarên Kreş û Mala Lênihêrtina Zarokan a Xalxalok û Perperike ku perwerdehiya pirzimanî dibînin, bi coş û kêfxweşiyeke mezin cih girtin. Zarokistanên ku bi zimanê dayikê, çand û nasnameya Kurdî xebatên xwe didomînin, bi vê şahiyê careke din tevkariya xwe ya hêja di pêşveçûna hişî, civakî û hestyarî ya zarokan de nîşan dan.
Cîgirên Hevşaredarên Peyasê, endamên Meclîsa Şaredariyê û malbatên zarokan beşdarî şahiyê bûn.
Mamosteyên Zarokistanan diyar kirin ku ew ê qadên jiyanê yên ku zarok tê de bi azadî hîn dibin, bi zimanê dayikê û nirxên çandî radibin, hîn firehtir bikin. Piştî axaftinên kurt, zarok derketin ser dikê û zarokan bi kelecaneke mezin hunera xwe dan nîşandan. Zarok strîn û govend gerandin û çalakiyên cihêreng nîşanî beşdaran dan. AMED







