Pirtûkxaneya Mama Rîşe cihekî şên e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Hezîran 2026 - 14:30

  • Li Baxçeyê Şehîd Mama Rîşe ya li Taxa Şorce ya Kerkûkê çend mamoste, hunermend û çalakvan pirtûkxaneyeke li nava baxçe avakirine, mamoste Hîwa ku yek ji avakarê vê pirtûkxaneyê ye li ser kar û çalakiyên pirtûkxaneyê axivî.

 

Mamoste Hîwa têkildarî avakirin û çêkirina pirtûkxaneyê ya li parkê axivî û got: “Du sal berî niha bi hevalên xwe re, cara yekem di dîroka Kerkûkê de dikarîn bêjîn di li temamê Iraqê de ramaneke projeyeke wiha nebû ku me li nava Baxçeyê Mama Rîşe pirtûkxaneyek ava kir. Di vê pirtûkxaneyê de gelek cûreyên pirtûkan heye. Dîsa bi zimanê Kurdî û Erebî hene. Dîsa naveroka pirtûkan siyasî, hunerî, zanistî, çandî û gelek cûreyên din hene. Desteya avakirina pirtûkxaneyê xwedî kêrhatiyek xurt a berhevkirina pirtûkane.”

Welatiyan li dora xwendinê kom dike

Li ser armanca avakirina pirtûkxaneyê jî Mamoste Hîwa ev anî ziman: “Armanca danîna vê pirtûkxaneyê ya li nava vî baxçeyî ewe ku welatiyan li dorî xwendinê kom bike. Ji ber ku bi pêşketina telefon û tevnên civakî re bandoreke xirab li ser xwendinê kiriye û asta xwendina pirtûkan ji aliyê welatiyan ve kêm bûye. Armanca me ewe ku her kesê serdana vê baçxeyî kir, li gel çaya xwe divê çend rûpel pirtûk bixwîne.”

Her kes dikare li derkeve ser dikê

Mamoste Hîwa diyar kir ku her kesê serdan kir, dikare pirtûk gel xwe bîne yan jî dema çû dikare gel xwe bibe mal û piştre bîne û got: “Her kesê pirtûk bibe, li nava çayxaneyê navê xwe û pirtûkê dinivîse û wisa dibe. Kesên tên vî baxçeyî girîngiyê bi pirtûkxwendinê didin. Kesên asayî serdana vir nakin. Ji rojnamevana bigire heta, hunermend, nivîskar serdana vir dikin. Bê ku agahdar bikin, kesên tên vir, pirtûkxaneyê paqij digirin û girîngiyê didinê. Li vir tenê pirtûk nayê xwendin belkû semîner û civînên rewşenbîrî û hunerî jî tên kirin. Ev baxçe weke dikekê hatiye amadekirin. Her kesê xwest dikare li vir semîner bide.”

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.