Koma Muzîkê ya Keçên Kurdistanê hate damezirandin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Hezîran 2026 - 15:30

  • Li Dezgeha Kerîmî Eleke ya li Silêmaniyê bi merasîmekê ku hejmarek ji hezkiriyên wêjeyê û hunermendan beşdar bûn, ji bo ku li her çar parçeyên Kurdistanê bala xwe bidin ser pêşxistina huner û muzîka Kurdî, Koma Muzîkê ya Keçên Kurdistanê ku ji mûzîkjenên jin pêk tê, hate damezrandin.

 

Rêveberê Dezgeha Kerîmî Eleke, Şaxewan Sidîq têkildarî avakirina koma muzîkî hestên xwe wiha anî ziman; “Bi damezrandina vê komê, qada muzîka Kurdî li Silêmanî û Herêma Kurdistanê dê bikeve qonaxek hunerî ya nû. Armanca sereke ya Koma Keçên Kurdistanê vegera muzîk û folklora resen a Kurdî ye.

Endamên komê ji komeke muzîkjenên jin ên jêhatî pêk tên. Dezgeha Kerîmî Eleke, wekî serpereştiya projeyê, hunera Kurdî û Silêmaniyê pîroz dike. Erka vê komê parastina muzîk û reseniya her çar parçeyên Kurdistanê ye û ne girêdayî herêmeke taybete.”

Deriyê me ji hemû keçên Kurdistanê re vekirî ye

Paşê, Rêveberê Koma Keçên Kurdistanê Hogir Mihemed jî axivî û girêdayî avakirina komê wiha got; “Ev kom li ser bingeha baweriya bi şiyana jinên Kurd û girîngiya rola wan di parastin û pêşxistina mîrateya hunerî û çandî ya netewa Kurd de hatiye damezrandin. Muzîk zimanekî gerdûnî ye ku dikare peyamên aştî, yekîtî û neteweperweriyê bigihîne. Ji ber vê yekê, em hewl didin ku bi rêya hunerê xizmeta Kurdistanê bikin.”

Di dawiyê de Hogir Mihemed wiha axivî; “Koma Keçên Kurdistanê ji bo hemû kesên jêhatî yên ji bajar û bajarokên Kurdistanê bê cudahî vekirî ye. Ji ber ku ev ne tenê komkirina çend muzîkjenane. Berevajî vê, ew peyama yekîtî û baweriya bi xwe ye. Ji ber ku jin li kêleka mêranin ku dikarin bi berpirsiyarî rola xwe di parastin û pêşxistina huner û muzîka Kurdî de bileyîzin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.