
- Pirtûka nû ya rojnamevan Îbrahîm Êzidî ya bi navê ‘Sirek Ji Dilpakiya Baweriya Qedîm’ ku ji aliyê Êzdîn Şengalî ve hatiye redektekirin, li Weşanxaneya Şengalê hate çapkirin. Ev berhem wekî bîrdariyeke zindî ya çavdêrî, lêkolîn û serpêhatiyên rojnamevanekî li ser xaka pîroz a Şengalê dertê pêş.
Pirtûk ji çar beşên sereke pêk tê û hewl dide ku rastî, êş, evîn, çand û felsefeya kûr a civaka Êzidî ji bin siya fermanan derxîne û bi nêrîneke geş û jiyanî pêşkêşî nifşên nû bike. Nivîskar Îbrahîm Êzidî bi xwe diyar dike ku ev ger û geştên wî yên li nav dilê çiyayê pîroz, ne tenê xebateke rojnamevaniyê bû, lê belê nêrîneke kûr a ber bi ruhê mirovahiyê û dîroka zindî ya civakê ve bû.
Ji geliyên asê heta çîrokên qehremantiyê
Berhem di rûpelên xwe de cih dide gelek lêkolîn û çavdêriyên ku hinek ji wan berê di ajansan de hatine weşandin û hinek jî cara yekeme ronahiyê dibînin. Di pirtûkê de, xwendevan bi rêwîtiyeke ruhî di nav rûberên Şengalê de dimeşin; ji Geliyê Kûr ê pîroz (ku stargeha parastina heft Tawisên Êzidiyan û cihê berxwedana li dijî Firîq Paşa bû) heta Geliyê Kersê û Milkê Kadînka ku di sala 1915’an de bûbû penageha Ermeniyên ji fermana Osmaniyan reviyabûn.
Her wiha, pirtûk wekî hafizeya ferman û berxwedanê, behsa lehengên mîna Memoyê Elî (ku di sala 1936’an de li dijî artêşa dagirker li Geliyê Kêrox heta dilopa dawî şer kir) û şahidiya Mam Kaka ya ji kêliyên fermanê dike.
Evîn, kevneşopî û felsefeya pîroziyê
Ji bilî êş û berxwedanê, ‘Sirek ji Dilpakiya Baweriya Qedîm’ rûmetê dide hîmên çandî û evînên ku mohra xwe li dîrokê xistine; mîna destana Leyil û Mecnûn û têkiliya wê bi Şikefta Leyl û Mecnûn a li Şengalê û serpêhatiya dilşewat a Geliyê Mitriba ku tê de dengê muzîk, def û zirneya hunermendan di bin keviran de girtî maye.
Di beşa dawî ya pirtûkê de, bala taybet li ser felsefeya pîroziyê ya di Êzdatiyê de, girêdana kûr a bi xwezayê re, wateya ziyareta Tawisê Pîroz, Cejna Cimayê û pîroziya qubeyên mîna ya Şêx Mend, Çilmêra û gelek cihên din ên pîroze.
Ev pirtûk ne tenê berhemeke hişk a dîrokî ye, lê wekî rûbareke herikbare ku bi kerba evînên têkçûyî, hêrsa sedsalên wêrankirî û eşqa hebûneke nû hatiye hûnandin. Pirtûk di demek nêz de li pirtûkxaneyan dê cîhê xwe bigire û bikeve ber destê xwendevanan.
ROJNEWS







