Xêz û helbestên 106 salî

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Çile 2022 - 22:03

  • Defttereke destxet û helbestên leşkerên Brîtanî yên ku di Şerê Cîhanê ye Yekem de şer kiribûn û birîndar bûbûn, hate dîtin.

Defttereke destxet û helbestên leşkerên Brîtanî yên ku di Şerê Cîhanê ye Yekem de şer kiribûn û birîndar bûbûn, hate dîtin. Hemşîreyeke ku bi leşkerên birîndar re elaqedar bûye kiriye ku ew li ser defterê xêzan û karîkatûran çêkin. Her wiha leşkerên birîndar helbest jî nivîsîne li ser vê defterê. 

Hemşîreya bi navê Helen Dryerre, beriya 106 salan defterek daye leşkerên birîndar û ji wan xwestiye ku ew hest û nihêrînên xwe binivîsînin. Di defterê de kesên ku hemşîre xêz kirine jî hene, lê hin leşkeran jî derbarê malbat û welatê xwe de hestên xwe derbirîne û helbest nivisîne. Li ciyekî leşkerek dibêje, “Dixwazim şewqa bixêriyê ya di tariyê de tim bidome” û di dewamê de jî bêrî û hesreta xwe ya ji bo malbata xwe tîne ziman. 

Dryerre, li ser defterê dinîvîse û dibêje, sê leşkerên birîndar piştî baş bûne dîsa vegeriyane nav çeperan û 3’ê Cotmeha sala 1915’an jiyana xwe ji dest dane. Ev deftera ku di navbera salên 1915 û 1916’an hatiye dagirtin û ji 50 rûpelî pêk tê li maleke Bakurê Brîtanyayê ya ku xwediyê wê mirine, hatiye dîtin.

Mala muzayedeyê ya bi navê “C&T Auctions” di 19’ê Kanûnê de dê vê defterê bi mezatê bifiroşe û difikire ku bi 300 sterlînî bifiroşe. Yek ji pisporên muzayedeyê Tim Harper, ev deftera 106 salî weke tiştekî bêhempa nirxand.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.