Cizmeyên pahnî bilind ên siwaran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 19 Mijdar 2022 - 02:45

Ev pêlavên pahnî bilind, ne rehet in, û ne rehet xuya jî dikin. Neynokên di goştê mirov de diçin, êşa piştê, artirîdîs û gelek êş û azarên din ji ber wan çêdibin. Îro bêhtir jin li xwe bikin jî, ev fêl jî yê meran e. Ka çima jin bêhtir li xwe dikin jî, elaqeya wê bi wê yekê re heye ka di dîrokê de çawa ev adet bi pêş ket û çandî çawa hat qebûlkirin. 

Bileksê baweriya belav, pêlavên pahnî bilind ne li Ewrûpayê derketine holê. Ew weke cizmeyên siwaran li Îranê pêşî hatine bikaranîn. Eynî weke cizmeyên kowboyan û bi heman armancê. Ev cizmeyên hanê heta bi sedsala 10’an jî dikarin bên dîtin. Di gelek resman de em siwarên ku ev cizmeyên pahnî bilind li xwe kirine dibînin. 

Li gorî dîrokzanan, gava siwarekî, li hespê dixwest tîrê bi kevanê biweşîne, van pahniyên bilind dikir ku ew sabîttir li ser rikêbê bisekine. 

Li gorî îsbatên dîrokî, hîna nû di sedsala 17´an ev cizme û modeya pêlavên pahnî bilind li Ewrûpayê belav bûye. Nexasim jî bi nûneriyên dîplomatîk ên Şah Ebas ê Yekem (1599) û têkiliyên bazirganiyê. 

Paşê li Ewrûpayê nexasim ji bo esilzadeyên Ewrûpî ev bû modeyeke malmeziniyê. 

Louis XIV´an ên Fransayê (1701) Charles II´yê Ingilistanê (1661) jî ev li xwe kirine. Jixwe zilamên Ewrûpî di sedsala 17´an de gelekî hewl didan paq û lingên xwe nîşan bidin. Yek ji rêya vê jî pêlavên pahnî bilind bûn. 

Yanî ew gotina li bajarên Ewrûpî ji ber qirêja navbajaran pêlavên pahnî bilind hatine çêkirin, tenê efsaneyek e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.