Li ser bazara huner a dagirkeran

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Çile 2022 - 22:15

  • Vassili Silovic filma 52 deqîqeyî esas ji bo Kanla Televizyonê ARTE´yê hazir kiriye û film wê li wir jî di demeke ne dûr de bê weşandin.

Filma Le Marché de l'art sous l'Occupation/ Le catalogue Goering (Bazara huner di bin dagirkeriyê de/Kataloga Goering) 27 Çile li Muzeya Louvre a Parîsê tê nîşan dan û heta 6´ê Sibatê jî wê bi tekrar bê nîşandan. Ev yekem nîşandana filmê ye. 

Vassili Silovic filma 52 deqîqeyî esas ji bo Kanla Televizyonê ARTE´yê hazir kiriye û film wê li wir jî di demeke ne dûr de bê weşandin. 
Film li ser mijara bazara huner a li Fransaya dagirkirî ji 1940 ta 1944´an disekine. Qederê 100 hezar berhemên hunerî û berhemên çandê di vê navê de ji Fransayê firotine yan jî birine Elmanyayê.

Film bi van pirsan dadikeve: Bi kîjan awayan û bi kîjan tevnan aktorên bazara huner di nava van çar salan de ev yek bire serî? Ew kî ne? 

Yanî film weke destpêkeke lêkolîneke dîrokî ye li ser veguhezandina dêwana a berhemên hunerî ya ji Parîsê organîzekirî.

Film esas xwe disipêre karê 7 salan ê lêkolînê yê dîrokzanê huner Emmanuelle Polack. Di vê lêkolînê de galerîvan, koleksiyoner, bazirgan li gorî qanûnên dijcihû yên serdema hikûmeta Vichy, rasta hev tên. 

Ev agahî weke ku li wê qorziyan çav pênakevin a bîra kolektîf a Fransayê û Fransiyan bin. Sala 2020 du bûyeran ev yek guherî: Muzeya Louvre lêkolînek da destpêkirin li ser berhemên di dema dagirkeriyê de hatine bidestxistin. Yanî berhemên xwe bi xwe xistin ber lêpirsînê. Li Elmanyayê jî 3 berhemên koleksiyona Dorville li malbata Armand Dorville hatin vegerandin. Di filmê de jî em çîroka van bûyeran jî dibînin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.