Şûnpêyên zarokeke mirovan û şûnpêyên lepê seyan li cem hev ên ji beriya 26 hezar salan, delîlê herî kevin e ku nîşan dide ku têkiliya mirov û kûçikan ji neolîtîkê kevintir e.
Heta niha bi giştî wiha tê qebûlkirin ku mirovan beriya bi 15 hezar salan se kedî kirine. Lê ev delîlên arkeolojîk yên nû vê yekê pûç dikin. Heta analîzên DNA´yê vê peywendiya mirov û seyan heta bi 30 hezar û 40 hezar salan beriya roja me jî dibin.
Lê belkî têkiliyeke wan a li cem hev hebû bêyî ku mirov ew kedî kiribin û ev têkiliya hanê bi kêra mirovan jî û bi kêra wan seyên pêşî jî hatibe.
Axir niha delîleke vê ya berbiçav heye. Şûnpêyê zarokeke piçûk û gurekî se [yan jî seyekî gur] hatin dîtin û ev şûnpê nîşan didin ku her du jî li ber hev, li kêleka hev dimeşin. Şûnpê ji beriya 26 hezar salan mane. Û zarok û se [gur] bi hev re qederê 46 metroyan meşiyane. Ev şop li ser kîla nerm çêbûne, hişk bûne û bi hezarên salan weke xwe mane.
Ev şûnpê li şikefta Chauvet ya li Fransayê hatiye dîtin. Li ser hêtên vê şikeftê qederê 400 resmên heywanan jî beriya qederê 32 hezar salan hatine çêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN