Berçavkên berfê ji mêj ve hebûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:03

  • Di berfê de ronahî çavê mirovî pirr diêşîne, heta hin caran dibe ku çavên mirovan kor jî bike ev ronahî. 

Di berfê de ronahî çavê mirovî pirr diêşîne, heta hin caran dibe ku çavên mirovan kor jî bike ev ronahî. Ji bo mirov xwe ji ronahiya rojê (ji zeraqên ji mor û wêde) biparêzin li hin çareseriyan geriyane. Gelên li herêma Alaskayê dimînin, ji mêj ve ye haya wan ji vê xeterê hebû û ji bo xwe biparêzin, beriya bi 2 hezar salan berçavkên berfê çêkirine. Ev berçavkên wan, niha li muzexaneyan tên nîşandan.

Li gorî agahiyên mirov ji berhemên arkeolojîk hîn dibe, gelên Inuît û Yupîk ji dar û hestiyan berçavkên berfê çêkirine. Gelek mînakên van berçavkan li “Muzexaneya Neteweyî ya Çermsoran a Emerîkayê” tên nîşandan û bala gelek kesan dikişînin. Ev berçavkên wan ku li ser qulên zirav û dirêj hatine çêkirin, biriqandin û şewqa rojê dibire û nahêlin ku ronahî çavê mirovan biêşîne. Her wiha ev berçavk dihêle ku mirov pêşiya xwe baştir bibînin. Gelên li herêma Alaskayê, xwe bi van berçavkan ji tîrêjên tavê yên ku ji çavan re ne baş in, parastine. 

Her çend, di roja îro de malzemeyê van berçavkan guherî bin û yên naylonî jî hatibin çêkirin, bingehê wan hîna jî ev sêwirandinên kevin in. Ji lewre, hosteyên Inuît û Yupîk bi awayekî serketî ev berçavkên berfê sêwirandine û mirov niha jî ji vê rêûresma kevin bandor dibin û ji ber van berçavkan nimûneyên nû disêwirînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.