Serfirazê şehîdbûnê Yûsuf Ziya

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:00

  • Yûsuf Ziya Begê: Ez ditirsiyan hûn me bi rutbe û meqaman bixapînin, lê şikir ji xwedê re, wa ye hûn me bi gule û werîsan pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê qet ne poşman im. Bi saya serê vê dersê neviyên me wê tola me hilînin.

Yûsuf Ziya Begê yek ji wan kesayetên destpêka sedsala 20´an ên Kurd e ku di navbera hilweşîna împaretoriya Osmanî, esebiyeta Kurdî û Komara Tirkiyeyê de çûye û hatiye. Di meclîsa yekê ya Tirk de wî fikarên xwe yên ji bo mafên Kurdan îfade kirin û di dawiyê de bi fermana Mustafa Kemal, piştî dadgehkirineke sexte li Bedlîsê beriya bi 97 salan hat şehîdkirin. 

Yûsuf Ziya Begê yan jî bi navê xwe yê din Koçzade Yûsuf Ziya Begê sala 1882’yan li Bedlîsê ji dayîk dibe. Malbata Yûsuf Ziya Begê weke “Koçzade”yan tên naskirin û ew jî kurê Koçzade Hecî Suat e. Yûsuf Ziya Begê, piştî ji dibistana Sultanî ya Bedlîsê mezûn dibe, demekê bazirganiyê dike. Her wiha ew qederekê jî weke katib dixebite. Yûsuf Ziya Begê li Stenbolê Kurdên welatparêz nas dike û piştî karên bazirganî û katibiyê, ew xwe di nav kar û barên rêxistina “Cemiyeta Kurt Tealî” de dibîne û dibe yek ji endamê vê cemiyetê. 

Di vê navberê de Yûsuf Ziya Begê ji bo kovarên “Rojî Kurd” û “Jîn” jî dinivîse, di van kovaran çend nivîsên wî jî derdikevin. Lê berê wî li siyasetê ye û sala 1920’an weke parlamenterê Bedlîsê tê hilbijartin. Di meclîsa ewil de weke parlamenter dixebite û peywirê digire. Dema li meclîsê ye, her tim dijberê Tirkan e û siyaseta wan ya li hember Kurdan rexne dike. Yanî ew yek ji berdevkê muxalefeta Kurd e. 

‘Rêya me tarî û tehlûke ye’

Dema Ingilîz li gorî Peymana Lozanê, Mûsilê distînin, li meclîsê axavtineke wiha dike, “Di dîroka Kurdan de Mûsil xwedî cihekî taybet e.

Heger devereke din yan jî bajarekî din bûya, ez ewqasî xemgîn nedibûm. Çawa ku mirov nikare mirovekî bike du alî û parçe parçe bike, mirov nikare Mûsilê jî ji Tirkiye veqetîne. Ev yek ne guncan e.” Yûsuf Ziya Begê bi vê helwêstê dizane ku Kurdistan jî tê parçekirin û dawiya vê yekê her ku here, dê encamên xerabtir derxe holê. Ji lewre ew baş hay ji polîtîkayên Kemalîstan yên li ser Kurdistanê heye û li meclîsê dibêje, “Hevalno, ez jî dizanim vala ye û ti qîmeteke gotinên min tine ye û dê kes jî guhdariya min neke. Lê rê diyar e. Rêya em tê de herin tarî û tehlûke ye...ez jî dizanim. Lê ez ji dîrokê re dibêjim, ji xwedê re dibêjim...”

Yûsuf Ziya Begê di vê rêya tarî û tehlûke de dimeşe. Sala 1921’ê “Komîteya Azadî” (Komîteya Azadiya Kurdistan) tê ava kirin. Yûsuf Ziya Begê di nav komîteyê de cihê xwe digire û li gelek bajarên Kurdistanê digere. Nexasim jî têkiliyên di navbera komîte û gel de bi rêve dibe û ji bo vê yekê dixebite. Nameyên Xalid Begê Cibrî yên ku ji serokê êl û eşîran re dinivîse, ew digihîne cihê wan. Bi saya wî gelek rûsipiyên Kurdistanê tevlî rêxistinê dibin. Tê gotin ku di nav van de Şêx Seîdê Pîranê jî heye. 

‘Şikir hûn me bi guleyan pêşwazî dikin!’

Yûsuf Ziya Begê û hevalên xwe ji bo serhildanê dixebitin û xelkê bi rêxistin dikin. Lê sala 1924’an Serhildana Bêşebabê çêdibe ku ji ber şaşfêmkirineke di nava muxabereya Komîteya Azadiyê de dest pê dike. Birayê Yûsuf Ziya Begê, Elî Riza li wê herêmê leşker e. Hevdîtinên wan yê telegrafê dibin bahane ku Yûsuf Ziya Begê were girtin. Dema serhildan diqewime, Yûsuf Ziya Begê li Erziromê ye. Wî ji Erziromê tînin hepsa Bedlîsê. Yûsuf Ziya Begê tevî birayê xwe Elî Rıza, zavayê wî Faîk Begê, Molla Abdurrahman û Xalid Begê Cibrî bi xiyanetê (Hiyanet-i Vataniye) tên gunehbarkirin. Hêzên Kemalîst bi vê yekê diwazin pêşî li hember Komîteya Azadî bigirin û biryara operasyona girtina wan jî Mustafa Kemal bi xwe dide. 

Di 14’ê Nîsana sala 1925’an de Yûsuf Ziya Begê, Elî Rıza, Faîk Beg, Molla Abdurrahman û Xalid Begê Cibrî li Bedlîsê ji hêla “Dîwana Herbê ya Bedlîsê” ve li sûka Bedlîsê tên şehîdkirin. Heta niha jî kes nizane mezelên wan li ku ne û ew bi çi awayî hatine veşartin. 

Beriya Yûsuf Ziya Begê bi guleyan were kuştin, dibêje, “Ez ditirsiyan hûn me bi rutbe û meqaman bixapînin, lê şikir ji xwedê re, wa ye hûn me bi gule û werîsan pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê qet ne poşman im. Bi saya serê vê dersê neviyên me wê tola me hilînin.”

Çend sal piştî mirina Yûsuf Ziya Begê, helbestvanê nemir Cegerxwîn dê bi van hevokên li jêr wî bi bîr bianiya;

“Dilo Ûsiv Ziya rake ji gorê
Berê kuştî bi carek bidin dorê.
Ji bo Kurdan bikin cehd
        û xebat e,
Hela rabin sibe îda welat e.”

Çavkanî

* Kovara Bîr-hejmar 2
** Garo Sasuni; Kürt Ulusal Hareketleri ve Kürt- Ermeni İlişkileri, Orfeus Yayınevi, Stockholm

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.