Xeyalên li xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Îlon 2024 - 00:48

  • Xweza û kêliyên li xwezayê her tim bala şêwekaran birine ser xwe. Her şêwekar bi şêwazeke cuda nêzî xwezayê bûye û hewl daye kêliyên li wir xêz bike. Phyllis Shafer jî di resmên xwe de bi xwazeyê daketiye û bi perspektîfên cuda xwezaya Sierra Nevada nîşanî xelkê dide.

Hunermenda bi navê Phyllis Shafer ku li Lake Tahoe dijî resmê çiya, gol û daristanan çêdike. Nexasim jî xwezaya Rojhilatê Emerîkayê pirr bala wê kişandiye û ew resmê xwe jî li nava vê xwezayê bi xwe çêdike. Phyllis Shafer ji resmên rasteqîn bêhtir bi perspektîfên ku hin şêwe û qaliban ji holê radikin tevdigere û bi van perspektîfan li enerjiya xwezayê dikole. Yanî mirov dikare bibêje di her tabloyekî wê de liv û tevgera xwezayê xuya ye.

Ewrên ku wê xêzkirine eynî weke dûmanekê li asîman disekinin, darên di resmên wê de xwaromaro ne û tewiyane. Kulîlk û nebat jî bi awayekî rasteqîn nehatine çêkirin. Weke ku her tişt ji xewnekê pekiyabin û hatibin xwe li ser resm danîtibin. Gava mirov li resmên wê dinihêre elbet hin tişt ji mirov re nas tên lê her wiha surrealîzma di resman de jî mirov ber bi xeyalên kûr ve dikşîne. Phyllis Shafer gelek caran jî hin resmên xwe bi teknîka ku jê re dibêjin “çavê masî” çêdike û bi vî awayî resmên xwe deforme dike.

Parçeyekî DNA’ya min in

Phyllis Shafer li deştên New Yorkê yên Bakur mezin bûye û her tim li hember xwezayê hezkirineke wê hebûye. Ew mamoste ye lê xwe ji çêkirina resman jî bêpar nehiştiye ti carî. Lê piştî ku ew mala xwe ji New Yorkê bar dike Lake Tahoe têgihiştina wê ya çêkirina resman bi carekê diguhere. Lake Tahoe li Çiyayê Sierra Nevada dimîne û xwezayeke wê ya pirr xweşik heye. Nexasim jî havînan li vir wextê xwe dibuhirîne û resman çêdike. Phyllis Shafer dibêje; “Dapîr û bapîrê min cotkar bûn, ji lewma dikarim bibêjim ku ax û xweza parçeyekî DNA’ya min in.”

Girîngiya çavdêriyan û aheng

Phyllis Shafer ji meha Nîsanê heta meha Cotmehê wextê xwe Sierra Nevada dibuhirîne. Gava li wir dijî hema bêje hemû wextê xwe ji bo çêkirina van resman vediqetîne. Ew rastiya xwezayê li gor xwe şirove dike û gelek caran jî bi awayekî surrealîst xwezayê xêz dike. Yanî mirov dikare bibêje wê ji xwe re şêwazekê neqandiye û sînorên xeyalên xwe yên di warê resman de wêdetir biriye. Phyllis Shafer ji bo pêvajoya çêkirina van resman dibêje; “Serê pêşî ez li nav xwezayê dest bi çêkirina van resman dikim. Piştî bingeha tablo saz dikim berê xwe didim malê û stûdyoya xwe resmê xwe temam dikim. Di xebatên xwe de ez girîngiyê didim çavdêriyan û bi van çavdêriyan ahengekê ava dikim li ser tabloyan.”

‘kiin-seido’ yan jî hizra xwezayî

Hezkirina Phyllis Shafer a ji bo xwezayê bala wê biriye ser Bûdîzma Zen jî. Ji ber karê xwe bi awayekî xwazeyî bi mefhûmên Bûdîzmê re mijûl e. Ew wisa pê bawere ku di dilê formên xwezayî û tiştan de tiştekî veşartî heye. Ji xwe di resmên Bûdîzma Zen de jî mefhûma bi navê “kiin-seido” heye ku kêliyên zindî yên jiyanê îşaret dike. Her wiha ev mefhûm tê maneya “hizra xwezayî” jî û di bin tesîra vê mefhûmê de gelek resm tên çêkirin. Armanca Phyllis Shafer jî ewe ku bi rêya vê mefhûmê rîtm û zindîbûna xwezayê nîşan bide. Phyllis Shafer nihêrînên xwe yên di vî warî de jî wiha rave dike; “Kifşkirina van mekanan ango kêliyên zindî yên xwezayê ku ez resm dikim, têkiliya di navbera ‘min’ û ‘dinya”yê de tînin ziman. Ez dikevim bin hin menzereyên ji rêzê û li wir li hebûna laşî û psîkolojîk dikolim. Têkiliya xwezayî ya di navbera van tiştan de dibînim û derdixim holê.”

Di bin tesîra şêwekarên nûjen de

Phyllis Shafer dide zanîn ku ew di bin tesîra şêwekarên nûjen ên Emerîkî de maye û got; “Ez heyranê resmên Thomas Hart Benton û Grant Wood bûm ku wan di serê sedsala 20’an de çêkiribû. Nexasim jî resmên wan ên xwezayê pirr bala min kişandibûn. Her wiha dikarim bibêjim tesîra karên Emily Carr, Charles Burchfield û Geogia O’Keefee jî li ser xebatên min gelek e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.