Li Efrîna dagirkirî, dagirker bi karê xwe radibin. Yek ji karên sereke qirkirina Kurdan e. Çendek Kurdên li Efrînê, xasma wanên ku xwe bi ENKS´ê ve girêdan û bi dagirkeran re kar kirin, li şûna li ber eyba xwe bikevin, bi şerm û fihêtê li şaşiya xwe vegerin, bi saziyên asîmîleker û qirker re hevkariyê dikin. Di erdheja 6´ê Sibatê de jî me dîtibû, ku dewleta Tirk tenê qaşo destûr dabû "Weqfa xêrxwaziyê ya Barzanî" ji bo ku alîkariyê bigihîne Kurdên li Cindirêsê ji ber erdhejê bûne mexdûr. Helbet ev ji bo şoweke demkurt bû.
Li aliyekî dewleta Tirk şow kir ku destûra alîkariya ji bo Kurdan dide, li aliyê din jî Barzaniyan şowa xwe kir: Pere û dewlemendiyên Kurdistanê yên wan dizîne, weke ku "xêra bavê wan" be, didan xwediyên esasî yên wê dewlemendiyê. Na na, ew tenê şow bû, jixwe ragihandina Barzaniyan bi xwe jî lê mikur hat ku paşê çeteyên dagirker dest danîne ser alîkariyê û ew firotine. Lê xem nake, ya muhim "wêneyê bavê wan" xuya kir. Ez ya dilê xwe bibêjim: min hez dikir ku malbata Barzanî karibe îro helwêsta xwe ya dostaniya dewleta Tirk biguhere û di sedsaliya mohrkirina Lozanê de tevî temamê nakokiyên xwe yên siyasî, li nava bereya Kurdan cihê xwe bigire û ne li nava bereya dijminên Kurdan.
Lê axir, xwedê dizane serokwezîrê herêmê, bavê wî, birayên wî û kur û pismamên wî ji Kurdistanê bêhtir, li tiştekî din difikirin. Ma naxwe nabînin ku dewleta Tirk dijminê binyada Kurdan e. Ma naxwe kerr û kor in? Tişta ku Trump sala 2019‘an bi xavikiya xwe digot*, qey ew hîna jî pê nehisiyane?
Min ne yeqîn e. Ya xuya ew e ku tercîhekê dikin. Di rewşeke welê de karê rewşenbîr, hunermend û siyasetvanên dilsoz ên doza Kurdî yên li dora Barzaniyan, diviya ne şelafî be. Yanî ji bo meaşekî, ji bo milkekî yan jî ji bo meqamekî, postekî nabe ku ew jî xwe li esasê meseleyê kerr û kor bikin. Hevalbendên Barzaniyan bin, temam! Dilê we yê mîr dizane; lê ma hûn nikarin ji wan re bibêjin, yekhelwêstiya Kurdan a xerab jî, ji hevkariya gelekî baş a bi dijminê binyada Kurdan re yanî bi dewleta Tirk re çêtir e? Bibêjin heyran bibêjin, ev erka wê ye, ev wezîfeya we ye. Bi şelafiyê xêra we wê li we jî nebe.
Ez çima behsa vê yekê dikim! Wê rojê dîmenekî din ê Mele Mistefa li Efrînê xuya kir. Lê vê carê bi tedbîr bû. Kesî wisa ji hedê xwe zêdetir tiştek ne got û ne jî nîşan da. Yek nîşana tenê ya kurdbûn û heta ala herêmê bixwe jî nehate nîşandan. Tenê balonên sor û spî hebûn. Kesên dixwazin, dikarin li dîmenê Rûdawê binihêrin, ez li binê nivîsê lînka wê zêde dikim.
Li cem wêneyên Mele Mistefa Barzanî nepoxên sor û spî hebûn û hew! Ez behsa Rengên fermî yên dagirkeriya Tirk dikim. Di Newroza îsal de bi hovîtiyeke mezin 4 Kurd li Cindirêsê bi destê dagirkeran hatin qetilkirin. Piştre ji seranserê Efrînê xelkê Kurd berê xwe da Cindirêsê. Meşeke mezin jî kirin. Lê di vegerê de gelek ji wan ji ber nîşandana ala herêmê hatin girtin. ENKS´ê û hevalbendên Barzaniyan ji xelkê re gotin, zêdegaviyê nekin. Malbatên mexdûr neçar man hewara xwe bigihînin Heyet Tehrîr el-Şam, yanî El-Qaîdeyê.
Ev xelk, hevalbendê PDK´ê ye, ma ev zilma li wan dibe jî we aciz nake. Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî helbet wê zêde qedr nedin gotinên min, lê heger ji bilî kesên weke min, kesên li dora wan jî van gotinan bikin, ew ê bi xwe sînorekî ji kirinên xwe re deynin. Rast e, milyar dolar ji Kurdistanê diyar e şîrîntir in, lê ez dibêjim, xelkê li dora wan ji wan re bibêje, belkî qet nebe di asîmîlekirina Efrînê de bi dijminan re hevkariyê nekin.
Ji bo dîmenê min behsa wê kir, li parvekirina hesabê Rûdawê yê twitterê yê li jêr binihêrin:
https://twitter.com/RudawKurdi/status/1676280521532252160?s=20
* Hema piştî ku rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a Serêkaniyê û Girêspî vekir, Trump li ser pirsa rojnamevanan li Qesra Spî digot, "Kurd û Tirk bi sedsalan e şerê hev dikin."
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê