- Koçer Celîl ji tiştên xelk diavêje, xemla nava malan çêdike.
Koçer Celîl a ji Derbendîxanê, bi çimento û bermahiyên plastîk ên avêtî, tiştên nû yên hunerî ji bo xemla nava malê çêdike, û hewl dide, bi vî wayî hem debara xwe bike, hem jî tevkariyekê li jîngehê bike.
Jina ciwan Koçer Celîl ji Derbendîxana Silêmaniyê ye, ev 4 sal in amûrên ku ji aliyê welatiyan ve tên avêtin, ên wekî qutiyên şampûwanan, şûşeyên avê, sîtil û tasên plastîk kom dike. Koçer bi van tiştên avêtî ên jîngehê qirêj dikin, bi kedeke mezin berhemên xweş ên hunerî diafirîne û sûdê ji wan werdigire. Koçer Celîl van berhemên hunerî yên bi destan çêdike, ji bo xelmla nava malê çêdike.
Koçer ji derveyî berhemahiyên plastîk û tiştên avêtî, bi çimento û qumaşên kevin jî tiştên xweşik çêdike.
Koçer hewl dide bi keda xwe, debara xwe bike û bibe xwedî aboriyeke serbixwe. Ji ber vê jî, dixwaze karê xwe mezin bike û çend ciwanên din jî li gel xwe fêrî kar bike. Koçer diyar kir, heger ew karê xwe mezin bike, wê bikare berhemên xwe derxe derveyî Herêma Kurdistanê.
Di nava berhemên Koçer de guldank, sêniyên şîrînahiyê, kursî û mase, textê xewê û xemla nava malê hene.
Reklama karê xwe jî li ser sîstema online dike. Bi vî awayî berhem digihîne ber destê kirrîdaran.
ROJNEWS/SILÊMANÎ