Xelk feqîr bû

Çarşem 18 Gulan 2022 - 22:12

  • Ara Îbrahîm ji bo desthilata Başûr: Gelek caran bi rêya kesayetan axaftinekê diavêjin holê û weke ku pirsgirêk heye didin xuyakirin. Hingê jî xelk bi vê mijûl dibe. Ji bo ku pirsgirêka bingehîn ji bîra xelkê bibin vê dikin. Ev pirsgirêk jî gendelî û diziya dahatê ye.

IDRÎS KARA
 
Li Herêma Kurdistanê dahateke neftê ya bê hesap heye, bi ti awayî wezîrên hikûmetê jî di nav de, kes nizane dahata nefta herêmê çend e.

Rewşa aborî ya niha ji rewşa aborî ya salên 2012’an a ku gelekî baş bû, baştir e. Lê tevî dahateke zêde ya neftê û her bermêlek neft jî bi 95 dolaran tê firotin, mûçeyê karmendan nayê dayîn, bazara herêmê miriye, xelk ji bêkariyê koçî Ewrûpayê dike, ti proje jî nayên bicihanîn.
Em bi Rojnamevan Ara Îbrahîm re ku bi taybetî li Herêma Kurdistanê rojnamevaniya beşa Aboriyê dike, li ser dahata nefta herêmê, gendelî, dizî, biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser nefta herêmê, hebûna şirketên gaz û neftê, peymana 50 salî ya di navbera PDK’ê û Tirkiyeyê de, bandora peymanê ya li ser herêmê û aqûbeta rewşa aborî ya herêmê axivîn.

Şirketên gaz û neftê

Ara Îbrahîm behsa hejmar û hebûna şirketên neft û gazê yên li Herêma Kurdistanê dike û dibêje, bi awayekî giştî li Herêma Kurdistanê 37 şirketên neftê hene. Van şirketan 57 peyman bi hikûmeta Hewlêrê re îmze kirine, lê ji wan 38 pêk hatine. Ara Îbrahîm dibêje, hinek şirketên neftê, du peyman bi hikûmetê re îmze kirine, hinekan jî sisê. Yanî her yek li gorî rêjeyekê, di peymanên hinekan ji van şirketan de tenê ji sedî 20 a dahata ji neftê ji bo hikûmeta Hewlêrê ye. Di nava şirketên li deverên desthilatdariya hikûmeta Hewlêrê de Gaz Prom a Rûs, Dana Gaz û Hîlal a Îmaratên Yekbûyî yên Ereb jî hene. Ara Îbrahîm dibêje, şirketên neftê bi pirranî biyanî ne. Di nava wan de şirketên Rûs, Emerîkî, hene lê zêdetirî xwe şirketên Tirkiye û hinek jî yên Îranê ne. 

PDK û YNK wan diparêzin

Derbarê têkiliya şirketan a bi PDK’ê û YNK’ê re jî ew dibêje, “Ji dîtina neftê heta hilberînê, parastina wan şirketên navxweyî dikin. Li pişt dahata wan pereyekî zêde û ne zelal heye. Li gorî me, ev şirket bi taybetî li ser aliyên desthilatdar ên PDK´ê û YNK’ê ne. Li Herêma PDK’ê, PDK, li herêma YNK’ê jî YNK van şirketan diparêze. Rêjeya dahata şirketên biyanî jî diyar e. Di serdema Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî de, dihate gotin, tenê 6 miyar dînar dahata şîrînahiya neftê nediyar e. Piştre jî çend şirketên din yên neftê bi hikûmeta Herêmê re peyman îmzekirin û ne diyar in.” 
 
Rojane bi hezaran bermêl neft!

Ara Îbrahîm ji bo rewşa îro dibêje, “Îro bermîla nefta xaf bi 106 dolarî ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bazara cîhanê 11 dolaran kêmtir neftê difiroşe. Rojane Hikûmeta Herêma Kurdistanê 400 ta 450 hezar bermêl neft difiroşe, her bermêlekê bi 95 dolarî difiroşe.

Lê pirsgirêka mezin dahata neftê ji sedî 59 ya şirketên neftê ye. Wezîrê Neftê, Hesen Ebdulcebar çend caran ev yek bi xwe jî gotiye. Êdî ev dahat ji bo xerca borî, parastin û tiştên din ên şirketan e. Rêjeya dahata neftê ya rast nayê zanîn, em weke rojnamevanên aborî, her tim li vê yekê dikolin, lê bi awayekî zelal nayê zanîn.

Li gorî raporan Hikumeta Herêma Kurdistanê di 3 mehên destpêkê yên sala 2022’yan de zêdetirî 36 milyon û 300 hezar bermêl neft bi rêya benderên cîhanê firotiye 6 welatên cuda. Lê ji sedî 56’ê vê dahatê jî ji bo xercê çûye.”

Ara Îbrahîm bi bîr dixe ku haya wezîrên hikûmetê Hewlêrê jî ji dahata neftê nîne, û bi ya wî dahat ji ya hatî eşkerekirin, zêdetir e.

Ti kes nizane çiqasî difiroşin

Herçî firotina neftê ye, Ara Îbrahîm dibêje, “Firotina nefta herêmê ne tenê bi rêya lûleyan e, bi rêya tankeran jî dişînin Tirkiyeyê. Beşek ji vê dikin benzîn û tê herêmê, lê ne diyar e rojane 100 yan 120 hezar bermêl neft diçe Tirkiyeyê. Kesek nizane, tenê ew bi xwe dizanin.”

Ara Îbrahîm ji ber ku haya wezîrên hikûmeta Hewlêrê ji bayê felekê nîne jî dibêje: “Serokê Lijneya Darayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê Ziyad Cebar, beriya niha got, ti agahiya wezîran jî ji dahata nefta hikûmetê nîne. 6 wezîrên YNK’ê û 4 jî yên Gorranê hene. Zêdetirî wezaretên aborî di destê YNK û Gorranê de ne, baş e çawa agahiya wan ji dahata neftê nîne?”

Ara Îbrahîm derbarê biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya ji bo kontrolkirina nefta herêmê de jî dibêje, di warê siyasî û aborî de Herêma Kurdistanê niha ji her demê zêdetir aloz e, hem peywendiyên navbera YNK’ê û PDK’ê, nexasim li ser erkê serokkomariya Iraqê, sererastkirina yasaya hilbijartinê, mijara walîtiya Kerkûkê de xirab e û di nava PDK û YNK’ê de pêşbaziyek heye.

Dahat ji berê zêdetir e

Ara Îbrahîm dibêje, niha hal û wextê Herêmê li gorî salên 2012-2013 baştir e di warê aborî de û wiha pêde diçe: “Ti wextî weke niha dahata neftê zêde nebûye, tenê di sala 2010-2013’an de rewşa aborî ya herêmê gelek baş bû. Kar hebû, proje çêdibûn û sermaye hebû. Di wan salan de dahata neftê ji dahata niha heyî, kêmtir bû. Yanî dahata neftê ya îro ji dahata sala 2012’an a ku gelek baş bû, baştir û zêdetir e. Lê pirsgirêk ev e, piştî 10 salan jî desthilatdarên Herêma Kurdistanê hîn vê rewşê nabînin, yan bibînin jî naxwazin çareser bikin. Xelk êdî aciz bûye, dengê nerazî derdikeve.”

Ev dengên nerazî jî xwe bi rengên cihê îfade dikin: “Li Silêmaniyê xelk diçin ji ofîsa Qubat Talabanî mûçe dixwazin. Ev şermeke mezin e.

PDK’ê û YNK’ê bi hev re hikûmet ava kiriye û ew nikarin îdareya vê herêmê bi rê ve bibin. Li gorî min xelk bi giştî ji ber van tiştan dixwaze ku Bexda îdareya neftê bi rê ve bibe. Yanî xelk dixwaze biryara Dadgeha Federal a Iraqê bi cih were. Heger di warê siyasî de ev pirsgirêk neyê çareserkirin, Bexda li ser bicihanîna biryara Dadgeha Federal bi israr e. Dibe ku herî dawî hêzê bi kar bîne.”

Pere hene çima mûçe nadin?

Rojnamevan Ara Îbrahîm wiha behsa sedemên nedana meaş dike: “Pirsgirêka mezin li Herêma Kurdistanê nebûna şefafbûnê ye, ji ber wê gendelî û dizî zêde dibe. Ji sala 2014’an ve qeyranek çêkirine, ji ber ku li gorî min ti qeyraneke aborî nebû. Lê berpirsên herêmê û hikumetê bi destê xwe ev qeyran çêkirin. Ji sala 2014’an ve proje yasa neçûye parlamenê, li gorî destûra navxwe ya parlamena Herêmê, divê her sal di 10’ê Cotmehê de hikûmet bi rêya Wezareta Darayî projebudceya sala bê, amade bike. Li gorî dahat û çavkaniyên dahatê, ji bo projeyan bernameyekê amade bike, beşa mûçe cuda bike, ya weberhênanê jî cuda bike. Lê ji sala 2014’an ve ev projebûdce naçe parlamenê.”

Ji bo “çaksaziyên” hikûmeta Mesrûr Barzanî jî ew dibêje, “Mesrûr Barzanî got, em ê zelal bin. Baş e wê çawa şefafî hebe? Ne dahat diyar e, ne jî çavkaniyên dahatê. Bac li hejaran hatiye zêdekirin, dahata gumrikan zêde bûye û mûçe jî di dema xwe da nayê dayîn.

 

 

Qeyran siyaseta desthilata Barzanî ye

Li gorî rojnamevanê aboriyê, Ara Îbrahîm, “Heta şefafiyeke berçav nebe, pirsgirêka belavkirina mûçe jî wê hebe, îro li Silêmaniyê heye, sibe wê li Dihokê jî rûbide. Hertim ji bo xelkê pirsgirêkan derdixin. Xelkê Herêma Kurdistanê bi qeyranê mijûl dikin. Sermeselê, pirsgirêka ceyran, av û peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de derxistin. Herwiha pirsgirêka neşandina pereyê Bexdayê jibo herêmê xistin rojevê. Gelek caran bi rêya kesayetan, êdî çi olî çi jî siyasetvan bin, axaftinekê diavêjin holê û weke ku pirsgirêk heye didin xuyakirin. Hingê jî xelk bi vê mijûl dibe. Ji bo ku pirsgirêka bingehîn ji bîra xelkê bibin vê dikin. Ev pirsgirêk jî gendelî û diziya dahatê ye.”

Hejmar derew in

Ji bo ku sedema lihevnekirina zêdebûna dahatê û deynê hikûmetê jî rave bike, Ara Îbrahîm dibêje, “Dahata heyî têra mûçeyê hemû karmendan dike, ji ber ku mehane dataha ji herêmê re dimîne, zêdetirî tirilyonek û nîv dînaran e. Mehane mûçeyê karmendan tenê 906 milyar dînar e. Hikûmet bi xwe dibêje, ji bo xerca hikumetê 70’ê milyar dînar lazim e, ê başe perê din çi lê tê? Deynê hikumetê 27 milyar dolar bûn, niha nêzî 34 milyar dolaran e. Herêm neftê dikire yan difiroşe? Baweriya kesî pê nîne. Baweriya kesên di nava PDK’ê û YNK’ê bi xwe de jî bi van hejmaran nîne.’’

Bi rêya Bexdayê firotina neftê

Firotina di neftê di ser Bexdayê wê tesîreke çawa bike, ka çima hikûmeta Hewlêrê çima li dijî ye, Ara Îbrahîm dibêje, “Sedem diyar e, em dibêjin li Herêma Kurdistanê şefafî tineye, heger hikûmet neftê radestî Bexdayê bike, em nabêjin gendelî bi temamî namîne, lê rêjeyeke kêmtir wê bimîne. Li Iraqê jî bê guman gendelî heye, lê Wezareta Neftê ya Iraqê her meh dibêje, dahata nefta vê mehê evqas e. Heger Hikûmet neftê radestî Bexdayê bike, wê ji bo her bermêlek neft 8 dolar zêdetir ji ya niha bikeve destê herêmê.”

 

Biryar di destê Tirkiyê de ye

Berpirsên herêmê dibêjin, heger neftê radestî Bexdayê bikin, statûya herêmê wê bikeve metirsiyê. Li ser vê jî Ara Îbrahîm dibêje, “Li gorî min ne wisan e. Weke herêmeke federal a li nav Iraqê, divê em bi biryara dadgehê razî bin. Heger neft radestî Bexdayê were kirin, li aliyekî gendelî wê sînordar bibe û heya radeyeke berbiçav şefafî wê çêbe. Dahata ku PDK bi rêya neftê dibe, wê êdî nikaribe bibe.

Yê ku destpêkê li ber radestkirina neftê rabe, wê Tirkiye be. Ji ber ku biryara siyasî û aborî ya Hikûmeta Herêmê bi taybet jî PDK’ê, divê Tirkiyê razî bike. Biryar ne di destê PDK’ê de ye, divê Tirkiye biryara dawî bide.

Heger nefta herêmê radestî Bexdayê were kirin, wê rewşa aborî li herêmê geş bibe, hem xelk wê bi xwe mûçeyê xwe bigire, hem jî proje wê bikevin meriyetê. Wê derfetên kar çêbin, em dizanin ji ber nebûna kar, bi gelek ciwanan berê xwe da Ewrûpayê. Ger kar hebe kes naxwaze koç bike.

Axir, heger neft radestî Bexda bê kirin, li gorî min wê di qezenca xelkê herêmê de be. Lê wê ne di qezenca PDK’ê de be. Ji ber ku Bexda dibêje, neftê bişîne, û ez ê ji bo we bifiroşim.”

Xêra peymanê li Tirkiyê dibe

Ara Îbrahîm balê dibe ser peymana 50 salî ya di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de jî: “Hinek xalên vê peymanê hatine eşkerekirin, li gorî van xalan, herî zêde zerar li hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe. Peyman feydeyeke zêde li dewleta Tirk dike. Di dema Nêçîrvan Barzanî de hikûmetê got, pêwîstiya wê bi Iraqê nîne û ew ê bi xwe neftê hinardeyî derve bike. Behsa aboriya serbixwe kir, sala 2013’an serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî bû. Nêçîrvan Barzanî di propagandaya hilbijartinê de digot, ji dahata neftê em pere didin xelkê. Piştî sala 2014’an qeyrana aborî çêbû, hikûmetê nekarî mûçe û pêdawîstiyên xelkê bide.”

Ara Îbrahîm behsa hin agahiyên li ser peymanê dike û dibêje, “Tê gotin Tirkiyê piştî peymanê soz daye ku malbata Barzanî biparêze. Gelo ev bi xal û nivîs heye, yan jî tenê bi gotin e, nayê zanîn. Lê em dizanin PDK hizbeke malbatî ye. Lê em piştrast in ku yek ji xalên peymana 50 salî, parastina binemala Barzanî ye.”

 

Siberoja aboriya Başûr

Ara Îbrahîm pêşbiniyên xwe yên li ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê wiha parve dike: “Piştî ku şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kir, berpirsên herêmê bêyî ku li ser peywendiyên navneteweyî pispor bin û bizanin, gotin, Herêma Kurdistan xwedî gazeke zêde ye û dikare şûna Rusyayê bigre û gazê ji welatên Ewrupayê re bişîne.

Bersiva wê çi bû, yekser Îranê bi mûşekan bersiva vê da û got, careke din behsa vê gazê neke. Em dizanin Îran û Rûsya di cîhanê de di nav welatên yekem ên xwedî gaz de ne. Ji bo vê, behskirina van mijaran, bandoreke siyasî û aborî li ser herêmê dike.

Lê heger neft were radestkirin, rewşa heyî wê çareser bibe, proje yasa ji bo parlamenê were amadekirin, bazar wê geş bibe. Gelek kes xwedî sermaye ne, lê li benda lihevkirina PDK û YNK’ê ya li ser serokkomariyê ne. Kes newêre pere bixe bazarê. Hemû li bendê ne Bexda û Herêm li hev bikin.

Heger ev hemû neyên kirin, wê qeyraneke nerênî ya aborî berê xwe bide Herêma Kurdistanê."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.