Divê herkes ji bo aştiyê bixebite
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:20
ROZA METÎNA / AMED
Hatice Çiftçi Goktepe têkildarî 1’ê Îlonê got:"Em dibêjin ku aştî ji bo aştiya civakî û yekîtîyê pêwîst e, aştî yekalî nîne, divê her kes wê bixwaze û ji bo wê bixebite." Alî Kenangolu jî wiha got:” 1'ê Îlonê ya îsal, ku dê li Tirkiye û Kurdistanê were pîrozkirin, di çarçoveya pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' de ye. Ji ber vê yekê, girîngiyek taybetî hildigire.”
Endama Meclisa Şaredariya Cirnê Reş Hatice Çiftçi Goktepe û Hevberdekê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxandin kirin. Hatice Çiftçi Goktepe û Ali Kenangolu daxwaza aştiyeke mayinde kirin û gotin divê her kes ji bo aştiyê bixebitin.
Divê herkes ji bo aştiyê bixebite
Hatice Çiftçi Goktepe bal bir ser girîngiya aştiyê û wiha got:"Roj roja hevgirtinê ye ji bo Kurdistan, Tirkiye û hemû gelên cîhanê, ji bo bidawîanîna şer, jenosîd, şidet û binpêkirinên mafên mirovan û ji bo cîhanek adil û wekhev. Em dibêjin ku aştî ji bo aştiya civakî û yekîtîyê pêwîst e, aştî yekalî nîne, divê her kes wê bixwaze û ji bo wê bixebite."
Ji bo aştiyê divê girtî bên azadkirin
Hatice Çiftçi Goktepe da zanîn gelek girtiyên ji bo doza xwe liberxwe didin wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di girtîgehan de pêşwazî bikin û wiha pê de çû:"Rewşa girtiyan yek ji mijarên sereke yên rojevê ye. Bi Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 'Aştî û Civaka Demokratîk' pêvajoyeke nû dest pê kir û divê bi vê pêvajoyê re hemû girtî bên berdan. Mixabin, ev rewş mînakek bêqanûniyê ye. Zindan ne tenê ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve dijwar in, ew veguheriye cihên îşkenceyê. Helwesta me di vê mijarê de pir zelal e: ger aştî tê xwestin, divê girtî werin azadkirin. Divê kesên ji bo doza xwe li berxwe dane 1'ê Îlonê di girtîgehan de pêşwazî nekin."
Divê Ocalan azad bibe
Hatice Çiftçi Goktepe diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê aştiyeke bi rêk û pêk ne pêkan be û wiha dewam kir:"Em ê ne tenê ji bo Wan, Amed, an Rihayê, lê ji bo hemû axan aştiyê bînin. Têkoşîna Kurdan ji bo aştiyê li çar aliyê cîhanê belav bûye û bûye mînak. Ji bo aştî pêkan be divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Em ê teqez bikin ku aştî bi rêya Îmraliyê pêkan e. Niha pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' heye. Ji bo ev pêvajoya here serî û aştî pêk were divê herkes di vî warî de peywira xwe bi cih bînin. Eger Tirkiye gavên erênî ber bi aştî û civateke demokratîk ve bavêje, ew dikare ne tenê li hundir, lê di heman demê de ji welatên derdorê re jî nîşan bide ku aştî pêkan e. Roja Aştiyê ya Cîhanê demokrasî û azadiyê tîne bîra me. Xurtkirina hewldanên neteweyî û navneteweyî yên ji bo aştiyê bingeha aştiya civakî û lihevhatinê datîne."
Li dijî şer aştiyê diparêzin
Alî Kenanoglu da zanîn ew her tim aştiyê diparêzin û wiha got:"Di cîhanekê de ku şer, komkujî û wêranî li dijî mirovan, xwezayê û hemû zindiyan zêde dibin, ragihandin û pîrozkirina Roja Aştiyê ji bo herî kêm rojekê girîng e da ku wate û girîngiya aştiyê were vegotin. Em bi israr li dijî şerxwazan aştiyê diparêzin û 1'ê Îlonê pîroz dikin.Parastina aştiyê û jiyana di aştiyê de qet ne hêsan bû. Şer û pevçûn ji bo kesên desthilatdar bûne rêya herî hêsan ku cîhanê birêve bibin. Ji ber vê yekê, ew kesên ku welatan birêve dibin tercîh dikin ku jiyaneke aştiyane neafirînin, lê bi rê û rêbazên zordar birêve bibin. Mixabin, Tirkiye mînakek berbiçav a vê yekê ye. Ew welêt li gorî berjewendiyên xwe birêve dibin, bi karanîna rêbazên zordar û pratîkên nedemokratîk civakê parçe dikin û mirovan li dijî hev tînin gel hev."
Bila girtî azad bibin
Alî Kenanoglu da zanîn ew dixwazin kesên ji bo doza xwe li berxwe didin azad bibin û wiha pê de çû:"Hikûmeta AKP'ê di pêvajoya aştiyê ya 2013-2015'an de windaker bû. Ji ber ku hikûmetên zordar di demên ku hin nermbûn û tîrêjên demokrasiyê derdikevin, winda dikin. Ji bo ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nebe windaker, hikûmeta AKPê bênavber polîtîkayên zordar dewam dike û pêk tîne. Hikûmet, ji ber sedemên ku min li jor rêz kirine, polîtîkayên xwe yên zordar li welêt dimeşîne û parêzvanên aştiyê, kesên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin û kesên ku gel û nirxên wan didin pêşiyê, di girtîgehê de dihêle. Têkoşîna me ew e ku aştiyeke mayînde misoger bikin û di 1'ê Îlonê de hemû parêzvanên aştiyê yên girtî bi tevahî azad bikin."
Bila 1'ê Îlonê bibe aştiya mayinde
Alî Kenanoglu wiha dawî li axaftina xwe anî:"1'ê Îlonê ya îsal, ku dê li Tirkiye û Kurdistanê were pîrozkirin, di çarçoveya pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' de ye. Ji ber vê yekê, girîngiyek taybetî hildigire. Pîrozbahiyên îsal dê bi daxwazên ku ev pêvajo veguhere aştiyê. Niha ji bo ev pêvajo têk biçe, provakasyon tên kirin. Lê belê divê ev 1'ê Îlonê bibe demek ji bo israrkirina li ser aştiyê û qîrîna ji bo aştiyê ya ji hêla gel ve. Her sal, em di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi girseyî kom dibin, mîtîngan li dar dixin. Em hêvî dikin ku 1'ê Îlonê ya îsal dê li herêma me bibe sedema aştiyeke mayînde. Ez Roja Aştiyê ya Cîhanê, 1'ê Îlonê, li hemû gelan pîroz dikim."