Xelata dostaniya gelan dan Kurdan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Îlon 2022 - 00:38

Kurd bi rengê xwe tevlî festîvala navneteweyî ya li Tambovê bûn û hêjayî xelata xurtkirina dostaniya gelan hatin dîtin.

Li herêma Tambovê ya Rûsyayê bi navê "Tambov mala me ya hevpar e" festîvaleke navneteweyî hate lidarxistin.

Festîval di 3'ê Îlonê Roja Dostaniya Gelan de li salona Şanoyê ya Drama ya Tambovê pêk hat.

Ji her navçeya Tambovê kom û hunermend tevlî festîvalê bûn.

Rûs, Belarûs, Kurd, Ûkraynayî, Qezax, Cingene, Ermen û Tabasaran bi rengê xwe beşdarî festîvalê bûn.

Bi navê gelê Kurd, koma govendê ya Barîn ku ji navçeya Pervomaîskê ye, cihê xwe di festîvalê de girt.

Di dawiya festîvalê de beşdaran hemûyan xelat wergirtin.

Nûnerên Kurdan jî hêjayî xelata xurtkirina dostaniya navbera gelan a li Tambovê hatin dîtin.

ANF / TAMBOV

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.