Di sînemaya cîhanê de navekî balkêş e Quentin Tarantino, bi filmên xwe gelek sînemahezan kiribû bin bandora xwe û hîna jî filmên wî tên temaşekirin û hezkirin. Lê Tarantîno diyar kir ku ew êdî 58 salî ye û dê ji sînemayê xatir bixwaze û filman çêneke.

Quentîn Tarantîno heta niha 9 film çêkirine û ew dixwaze bi filmê 10’an ji sînemayê xatirê xwe bixwaze û teqawît bibe. Tarantîno got, filma 10’an wê filma “Reservoir Dogs” (Kuçikên Rezervuwarê) be. Tê zanîn berê jî Tarantîno ev film çêkiribû lê ew dixwaze careke din heman mijarê binirxîne û filmê ji nû ve çêke.

Tarantîno xelatgirê Oscarê ye û derhênerekî navdar e. Ew bû mêvanê bernameya Bill Maher û li wir wî dîtinên xwe eşkere kirin. Lê Maher anî ziman ku ew ji Tarantîno ne bawer e û dibe ku ew dev ji sînemayê bernede jî. Lê Tarantîno ku sînefîlekî (kesên ji sînemayê pirr hez dikin û zêde li filman temaşe dikin) di ser xwe re ye, got gava ez li dîroka sînemayê û li temenê xwe difikirim, dizanim wextê min e ku ez dev ji sînemayê berdim. 

Tarantino herî dawî got, “A rast, ez fikirîm wek filma dawiyê dîsa ‘Reservoir Dogs’ bi kamerayê bigirim, lê dibe ku ez vê filmê jî çênekim, lê ez ê binirxînim.”

LOS ANGLES