Wezareta Iraqê dîsa tenê peyivî

Duşem 7 Mijdar 2022 - 01:39

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf ragihand ku destdirêjiya niha dewletaTirk li Iraqê dike, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û di siberojê de helwêsta wan a cidî wê hebe. 

Berdevk bi vê yekê di rêza wan daxuyaniyan de ma ku esas êrişên dewleta Tirk cidî nabînin û heta niha ti helwêsteke cidî li ser nîşan nedane.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Rojnewê re got, ti hinceteke yasayî ji bo êrişên di nava Iraqê de nîne: "Tişka ku niha dewleta Tirk li Şengalê û deverên Herêma Kurdistanê dike, binpêkirina serweriya Iraqê ye."

Ehmed Sehaf da zanîn ku di siberojê de ew ê ji bo rawestandina bombebaranên dewleta Tirk gaveke cidî bavêjin û got, ev bombebebarankirin ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf destnîşan kir ku bombebarana dewleta Tirk ji aliyê wan û tevahiya gelê Iraqê ve nayê qebûlkirin, lewma siberojê Iraq ji bo pêşîlêgirtina êriş û bombebarana dewleta Tirk wê gaveke cidî bavêje.

Ka ev gava cidî wê ji gotinan û wêde biçe yan na, berdevk ji Rojnewsê re negotiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.