‘Wezaret alîkariya nivîskaran nake’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Çile 2022 - 22:09

  • Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê 3 pirtûkên nû hatin çapkirin û bi merasîmekê hatin belavkirin.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê 3 pirtûkên nû hatin çapkirin û bi merasîmekê hatin belavkirin. Di merasîmê de nivîskar Letîf Fatîh Ferec Wezareta Rewşenbîrî rexne kir û got ku di çapkirina pirtûkan de alîkariya nivîskaran nake.

Nivîskar Letîf Fatîh Ferec di merasîmê de axivî û bal kişand ser naveroka pirtûka xwe û got: “Pirtûka min qala enfalê û serdema enfalê ya li Çemçemal dike. Niha çend pirtûkên din li ber destê min in. Eze hewl bidin ku di salvegera enfalê de bigihînim ber destê xwîneran.”

 

Nivîskar Letîf Fatîh Ferec Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê jî rexne kir û wiha domand: “Wezaret di çapkirina pirtûkan de alîkariya nivîskaran nake. Tevî ku hejmarek zêde ya xwendekarên zanîngeh û peymangehan hene û pêwîstiya wan bi çavkaniyên zanistî ne, lê ji ber ku alîkarî nayê kirin, ew çavkaniyên tên belavkirin, tîrajek kêm tên çapkirin.”

Pirtûkên hatine çapkirin wiha ne: “Megbeyî Jiyanim” a Nîskar Aso Jiyandost, “Gule Pemeyeke” ya Nivîskar Raz Letîf Feteh û “Hemûman le Enfandabûyin” a Nivîskar Letîf Fatih Receb bû. Her sê berhem jî bi zaravayê Soranî hatine nivîsandin.

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.