Weşanxaneyên Kurdî nêzîk kirin

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Adar 2023 - 05:41

  • Makpirtûkê kitêbên weşanxaneyên li Kurdistanê û derveyî welêt, nêzîkî xwînerên Kurdiyê yên li derveyî welêt, nexasim jî yên li Ewrûpayê. Awirên wê jî herî zêde li ser kitêbên zarokan ên bi Kurdî ye.   

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

 

Makpirtûkê payîza par dest bi karên xwe kiribû da ku kitêbên bi Kurdî û kitêbên weşanxaneyên Kurd bigihîne Kurdên li Ewrûpayê. Malpera Makpirtûkê, bi dirûşmeya “derguşa pirtûkên kurdî” hatibû damezirandin. Mijdara par jî sîstema di ser malpera wê re kirrîn û firotina pirtûkan tekûz hatibû sazkirin. Malpera ku bi sê zimanan, Elmanî, Kurdî û Ingilîzî hatiye avakirin ji bo welatên Ewrûpayê hemûyan kargoyan dişîne û her wiha hemû rêbazên peredayînê jî guncaw kiribûn da ku xelk zehmetiyê nekişînin. Piştî bi 5 mehan, me li rewşa wê pirsî. Xwediyê projeya Makpirtûkê, Qeyso Can dibêje, di van 5 mehên bihurî de wan herî zêde kitêbên zarokan ên bi Kurdî firotine û ji bo wan eşkere bûye ku karê ew dikin xizmeteke lazim bûye. Ew dibêje ew dikarin her kitêba li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derdikeve, zûzûka bigihînin xwînerên Kurdî yên li Ewrûpayê. Qeyso Can da zanîn ku wan têkilî bi weşanxaneyên li Rojava re jî danîne û kitêbên wan jî wê di demeke nêz de bigihîjin ber destê wan.

Me gotina xwe jî xef nekir û pirsî, piştî 5 mehan gelo, Qeyso Can dikare bibêje, Makpirtûk hewce bû: “Belê, çawa! Li dora me xwînerên Kurdî, çi Kurd û çi Elman, gava dixwestin xwe bigihînin kitêbên bi Kurdî, gelek zehmetî dikişandin. Nexasim jî gelek biyaniyan ji bo xwe bigihînin kitêbên hînbûna Kurdî xwe gihandin me. Ne tenê li Elmanyayê, li temamê dîasporayê. Jixwe herî zêde biyaniyên dixwestin hînî Kurdî bibin, kitêb ji me xwestin û dêûbavan jî pirtûkên zarokan xwestin. Dîsa biyaniyên bi Kurdan re zewicî jî hewl dan xwe bigihînin kitêbên zarokan ên bi Kurdî.”

 

200 hînker firotine

Ji bo nimûne jî dibêje, di nava 5 mehan de wan 200 hînker firotine. Ji bo kitêbên zarokan jî ew dibêje, “Em gava pirtûk digihîjin wan peyamekê ji wan re dinivîsin, ew jî bersivê didin me. Em pê dihisin ku bi pirranî dêûbavê ciwan in û dixwazin kitêbên zarokan ên bi Kurdî jî ji bo zarokên xwe peyda bikin. Gelek ji wan jî dê yan jî bav Elman yan jî biyanî ne. Jixwe min bi taybetî bi kitêbên zarokan dest pê kir. Pirtûkên Hîva, yên Morî, kîjan weşanxaneyê bi Kurdî pirtûkeke zarokan çap kiribe, bi taybetî pêşî em wan bi dest dixin. Ji Rojava jî, ji Nexşe û Şilêrê jî çend pirtûkên wan hene. Me xwestin, di rê de ne, tên. Motîvasyona min ew bû ku divê kitêbên Kurdî di jiyana zarokên Kurd de hebin. Halê hazir yên zarokan, nexasim yên Apec, Hîva û Moriyê hemû li cem me peyda dibin.”

Pirtûkên pitikan

Qeyso Can ji bo kitêbên pitikan jî dibêje, “Masîkê, Batirsok, Hirç û Rovî yên weşanên Hîva, hersê li ber destê me peyda dibin. Wekî din jî em ji bo kitêbên zarokan kategoriya temen datînin. Yanî gava li kitêbên zarokan dinihêrin, dibînin ka ji bo temenê zarokên wan bi kêr tên yan na. Sermesele ji bo zarokên beriya dibistanê, 60 ta 100 kitêb li cem me peyda dibin.”

 

Meseleya nexwendebûna bi Kurdî   

Qeyso Can dibêje, pirsgirêka xwendebûna bi Kurdî meseleyeke cidî ye. Lewma ji bo zarokên piçûk karibin bibin dostên kitêbên Kurdî, lazim e dê û bav karibin wan bixwînin. Li ser mijarê ew wiha dewam dike: “Em gava dibînin, dêûbav bi Kurdî nizanin bixwînin, têkiliyên me hene bi mamosteyên Kurdî re, em berê wan didin cem wan jî da ku xwe hînî Kurdî û xwendina Kurdî jî bikin. Wekî din jixwe kitêbên hînkirina Kurdî jî li cem me peyda dibin, em wan jî pêşniyaz dikin.”

 

Peywendiyên bi dibistan û dergûşxaneyan re    

Li ser xwe gihandina dibistan, pirtûkxaneyên dibistan û bajaran û dergûşxaneyan, Qeyso Can dide zanîn ku wan bi rêya e-mailê û telefonê xwe gihandiye tevahiya komeleyên dergûşxaneyên bi Kurdî jî teşwîq dikin. Li ser pirsa ka xebateke wan a agahdarkirina van aliyan heye jî wî got, “Hîna xebateke me ya broşurên taybet çênebûye. Niha karê me yê li pêş ew e, em agahiyan dijîtal belav bikin. Wekî din me kir ku tevahiya dibistanên li Elmanyayê yên ku li wan dersên Kurdî tên dayîn hay wan ji me çêbe. Lê pirtûkxaneyeke li Swîsreyê ji me 150 kitêb xwestin. Li şûna ku yeko yeko ji weşanxaneyan bixwazin, wan em tercîh kirin. Ji ber wê niha em lîsteyekê amade dikin ji bo ku em ji pirtûkxaneyan re bişînin.”

 

Çawa mirov xwendina Kurdî teşwîq bike!

Li ser teşwîqkirina xwendina Kurdî jî ew xwediyê Makpirtûkê, Qeyso Can dibêje, “Em bi peydakirina tevahiya kitêbên Kurdî yên li çar parçeyên Kurdistanê çap dibin û her wiha yên li derveyî welat çap dibin, dixwazin jixwe xwendina Kurdî teşwîq bikin. Yanî gava li ber destê me pirtûk hemû hebin, hingê xelk wê bi hêsanî xwe bigihîne wan. Wekî din ji bo zêdetir pitûkên Kurdî bên xwendin, plansaziyên me yên çalakiyan hene. Ev çalakiyên hanê wê xwendina kitêbên Kurdî bi çalakiyên pirreng teşwîq bikin.”

 

Bextiyar Elî bi Kurmancî

Romanên wergera ber bi Kurmanciyê ve jî zû li cem Makpirtûkê peyda dibin. Çawa ku kitêba Bextiyar Elî bi Kurmancî derçû, li cem Makpirtûkê jî peyda bûye. Qeyso Can dide zanîn ku di nava romanên bi Kurdî de yên Bextiyar Elî herî zêde tên firotin. Û romanên wê nexasim jî firotine Swêdê jî.

 

Ji sedî 85 li cem Makpirtûkê hene    

Xwediyê Makpirtûkê Qeyso Can dibêje, îro roj li ber destê wan ji sedî 85´ê pirtûkên Kurdî li cem wan peyda dibin û ew hewl didin nusxeyên kitêbên din jî peyda bikin û li cem xwe depo bikin.

Qeyso Can wekî din behsa projeya xwe ya belavkirina pirtûkên bi deng û yên dijîtal jî dike û dibêje, ji bo vê ew dest bi hevdîtinên bi weşanxaneyan re jî dikin. Ew dibêje, ji Rojhilatê Kurdistanê û ji dîasporaya dûr, deverên weke Kanada, DYE´yê xelkê daxwaza kitêbên dijîtal kiriye, ji ber wê jî ew dixwazin ku karibin vê xizmetê jî bidin. 

 

Kitêban zûzûka digihîne Ewrûpayê

Qeyso Can wekî din da zanîn ku sîstemeke wan a baş a kargoyî heye. Gava kitêbek li Bakurê Kurdistanê derkeve, di nava sê rojan de ew kitêb digihîje ber destê wan û ew jî vê kitêbê zûzûka digihînin xwînerên li Ewrûpayê. Ew dibêje, kitêbên li depoya wan nebin jî ew di nava sê rojan de peyda dikin û digihînin xwînerên xwe. 

 

Ji sedî çend bi Kurdî ye?

Qeyso Can da zanîn ku ew kitêbên li ser Kurdan ên bi zimanên din jî digihînin xwîneran, lê pirraniya kitêbên difiroşin dîsa jî bi Kurdî ne û bêhtirî ji sedî 60´ê kitêbên difiroşin bi Kurdî ne. Wî wekî din da zanîn ku kitêbên nivîskarên Kurd ên bi zimanên cihê jî li cem wan peyda dibin. Weke nimûne jî wî da zanîn ku Dad a Selahattin Demirtaş jî ew digihînin ber destê xwîneran. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.