Weşanxaneya Arê Destanên Kurdî çap kir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Gulan 2021 - 03:54

Pirtûka Fetah Tîmar ya bi navê “Destanên Kurdî” wek du cild ji Weşanxaneya Arê derket. Nivîskar Fetah Tîmar, di pirtûka xwe de bi berhevkariyeke fireh li ser Destanên Serhedê radiweste.

Can Kurd, ji bo kitêbê li ser berga piştê yakitêbê wiha nivîsiye: “Neteweyeke mezin, bi dîrokeke dirêj û tijî serpêhatî û bûyerên xwînî, di nav de rengagerng ol û pêkhateyên bi dîtin û nihêrînên ji hev cihê, mîna neteweya Kurd, ku hevkoma gelên wêrek ên çiyayên Zagros e, wê bê guman xudan zargotineke fireh be. Ji xwe zargotina her neteweyekê kûzê hingiv e, ji bo xwendinê gelek dîmenên ramanî, wêjeyî û tevî ya fantazî, yên wê neteweyê.

Nîvîskarê hêja û jêhatî, kak Fettah Tîmar, ku berê pirtûkxaneya kurdî bi hindê berhemên xwe, yên giranbiah va maldartir kiriye. Di van her du pirtûkên xwe yên taze da jî, li ser Destanên Serhedê radiweste.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.